HELEBÊ – Ji bo teşwîqkirina jinan ku mîrasa kurdî biparêzin, Yekitiya Jinên Ciwan kargeha karên destan a Şehîd Vejîn li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê vekir. Di şahiya vekirinê de bi dehan nûnerên saziyên sivîl, komîn, meclis beşdar bûn.
Di şahiyê de endama Rêveberiya Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star Şîraz Silêman axivî û destnîşan kir ku ew piştgiriya jinên ciwan dikin û wiha domand: “Kargeh, reng û şarezeyên jinan xuya dike. Divê em berhemên jinan ji tunebûnê biparêzin.”
Kargeh ji aliyê Şîraz Silêman ve hat vekirin. Çaverê ye ku gelek jinên ciwan di kargehê de kar bikin.