STENBOL – Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 18’ê Cotmehê bi şev mala endamekî AKP’ê yê li Bûyûkçekmeceya Stenbolê şewitandine. Endamên Înîsiyatîfê diyar kirin ku çalakiya wan li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Apo û pêkanînên keyfî yên li girtîgehan bi giştî ye.
Însiyatîfa Jinên Tolhildêr:
Li Büyükçekmeceya Stenbolê maleke endamên AKP’ê ji aliyê yekîneyên me ve hat şewitandin. Ev mala ku aîdî qatil AKP’ê ye, berê ji aliyê yekîneyên me ve hatibû tesbîtkirin û di 18.10.2023’an de bi şev hate şewitandin. Ev çalakî ji bo li dijî pêkanînên keyfî, tecrîd û îşkenceya li dijî girtiyên siyasî yên li dijî faşîzmê di zindanan de li ber xwe didin, bi taybet ji bo Rêber APO hate kirin.
Em weke “Yekîneyên Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr” soz didin ku li dijî her cure êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên li ser gelê me têkoşînê berfireh bikin û bang li her ciwanên Kurd ên birûmet dikin ku saziyên dijmin li ku dibin hedef bikin. Erka sereke ya her ciwanê Kurd yê birûmet e ku li hember dagirkeriya welatê me bêdeng nemîne.
Zêdekirina têkoşînê û lêdana derbeyên dijmin li her derê pêwîstiya dilsoziya me ya bi Rêbertiya xwe, şehîdên me û welatê me re ye.
Însiyatîfa Jinên Tolhildêr