AMED – YCWK’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li 3 nuqteyan çalakî li dar xistin. YCWK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Amedê li dijî mala tiryakfiroşekî û mala hevkarekî çalakiyek li dar xistiye, her wiha li Okmeydaniya Stenbolê jî li dijî wesayîta tiryakfiroşekî çalakiyek hatiye li dar xistin.
Daxuyaniya YCWK’ê wiha ye:
“Hêzên hevkar yên li Kurdistan û Tirkiyeyê yên ku di nava polîtîkayên şerê taybet de ne û dixwazin ciwanên welatparêz bixin nava çolên narkotîkê û wan ji rastiya xwe, hafizeya neteweyî û çandî dûr bixin, pêkanînên polîtîkaya qirkirinê ne. Desthilatdariya faşist AKP-MHP’ê vê polîtîkaya bi zanebûn dimeşîne, pûçkirina van polîtîkayan peywira bingehîn a her ciwanê welatparêz e. Her avahiyeke ku li ser esasê parastina rewa destekê bide polîtîkayên şerê taybet, wê di hedefa yekîneyên me de be.
Li ser vê bingehê;
Yekîneyên me yên YCWK’ê li Amed û Stenbolê çalakî li dar xistin
- Yekîneyên me di dîroka 21.10.20232an de li Taxa Amed Şêx Şamîl li dijî bazirganekî tiryakê çalakiyek li dar xistin.
- Di 24.10.2023’an de li Taxa Yenîşehîr Şîlbe ya Amedê li dijî mala kesê bi navê Can ê ku hate diyarkirin hevkar e çalakiyek hate lidarxistin.
- Li Taxa Okmeydani Örnektepe ya Stenbolê li dijî seyarêya tiryakfiroşê bi navê Mahsun çalakiyek hat lidarxistin.
Bijî Serok Apo
Bijî YCWK