HESEKÊ – Dûh evarê endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajarê Hesekê bernameyek ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan li darxistin. Di 25’ê Cotmehê di sala 1992’an de Şehîd Bêrîtan li hember Peşmergeyên KPD ya ixanetkar şer kiriye û xwe li ser zinaran avetiye ji ber teslimyet qebûl nekiriyê. Bi tekoşîna û sekna hevala Bêrîtan arteşbûna jin hatiyê avakirin û Şehîd Bêrîtan bûye sembola tekoşîna li hember îxanet û teslimiyetê.
Bi wî awayî jinên ciwan li her derê Kurdistanê Şehîd Bêrîtan weke peşengê tekoşîna azadiya Kurd û jin bi nav dikin û di roja salvagera şehadeta wî bi bîr tînin.
Bi peşengtiya Yektîtiya Jinên Ciwan li bajarê Hesekê şehîd Bêrîtan hate bi bîranîn. Bîranîn di sahaya fûtbolê de hate lidarxistin û di bîraninê de di peşengehek bi weneyên şehîdan hatin pêşkeşkirin û ji bo şehîdan mûm hatin pexistin. Bernameya jinên Ciwan bi daqayekî rêzgirtin li hember Şehîdan despê kir û her wiha li ser kesayeta Şehîd Bêrîtan axaftin hate kirin. Di dawiyê de dîlan hatiyê girtin û helvaya ku şehîd Berîtan zav jê hes dike ji beşdarwanan re hate belavkirin.