ŞENGAL – Însiyatîfa Ciwanên Ereb yên Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin, bi dirûşma, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ tevlî pêngava ku di asta navnetewî û Şengalê ji bo Azadiya Rêber APO hatiye destpêkirin dibin û gotin: “Rêber Ocalan pêşî li şerên qewmî û olî digire, rêya xweparastinê nîşanê gelan dike, ji ber vê ew Rêberê Gelane.”
Însiyatîfa Ciwanên Ereb yên Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tevlî pêngava navnetewî ya ji bo azadiya Rêber APO bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Însiyatîfê Emîra Hemed ve hate dayîn.
Emîra diyar kir, Rêber APO di heman demê de Rêberê gelane û got:
“Rêber Abdullah Ocalan rêya azadî û demokrasiyê nîşanê me da û îradeya jiyana azad xurt kir. Di nava şerên etnîkî, olî û mezhebî de, Rêber Abdullah Ocalan çanda yekîtiya gelan û baweriyan afirand.”