NAVENDA NUÇEYAN – Bawer Agir bi navê malbatê Ehmed Akyûz li çinara Amedê ji malbatek Kurd ya bi esîl û welatparêz j idayîk dibe. Ew jî wek bajarê Amedê hîna ji zaroktiyê ve li ser şopa Şêx Seîdan û berxwedana zîndana Amedê, serî li dijî koletî, bindestî, bê rûmetî û li hemberî tevahiya sîstema dagirkerîya li ser Kurdistanê rakir. Di salên destpêka ciwantiya xwe de êdî di nav xebatên rizgarîya netewî de cih digre, bi taybet jî di nav xebatên ciwanan de, esaleta kesayetî ya ku ji malbata xwe ya Amedî girtî dema ku bi rastîya Rêber Apo û ramanên wî û kesayeta milîtanê Apoyî ku wî afirandî yê re dike yek, êdî ew tam dibe melekekî mukemel û milîtanekî Apoyî yê pêşeng.
Di dema ku komploya hevbeş a Emerîka, NATO û dagirkeriya Tirk li dijî şoreşa Rojava, ku di roja komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo de, kete pratîkê li Serêkanîyê û Girê Spî, rêheval Bawer Agir digot, “ev pilanek gelekî xeter e ger ku dijmin li Girê Spî neyê şikandin û têkbirin wê derbasî her deverê bibe.” Ji ber wê jî bi îsrar got ezê li Girê Spî li cebha herî pêş û xeter de dixwazim bi cih bibim, digot: “Çênabe dijmin derbasî Girê Spî bibe.”
Bi vî awayî bi nêzî 35 ciwanên Kurd û Ereb re li ber deriyê sînorê Girê Spî di xeta herî pêş de hema di heman şeva êrîşa yekemîn de, bi insiyatîfa xwe xetek cebhê avakir, tevî ku îmkanên di dest de kêmbûn. Piştî şerekî bilehengî a Şehit Bawer Agir di encamê êrîşên hawayî ya Dewleta Tirk a faşist dagirker de tevî çend hevalên xwe digihije şehadetê.
Dayîka Şehîd Bawer Agir ji Ajansa me ya Nuçe Ciwan re behsa zaroktiya Şehîd Bawer Agir kir.
Nave min Meqbûle ye. Ez dayîka Ehmed, Bawer im. Em ji Xanikê, gundê Dora Çinarê ne. Ehmed li Helincê şehîd ketiye. Em pê nehisiyabûn. Di dawiyê de hevala ji me re gotiye. Me got we çima wext ji me re ne gotiye. Hevala got em pê nehisiya bûn, piştî sê miha ji me re gotin. Gotin ku di destê dijmin de ye.
Heval Bawer jêhatî bû, jîr bû, rû nermî bû. Însanekî encex wek wî baş hebû. Em jê razî bûn. Xwedê jê razî bû. Hema te çî jê re bigotana pektanî. Zaten jiyana me li Çemê Reş derbas bû. Ji ber ava me tine bû me li wir çandinî dikir. Me kar û xebatê xwe dikir, me hêzingê xwe tanî, me hêjîk tanîn. Çi kar heba ji me re dikir; tevirdan bû, av dan bû. Hebikên me hebû diçu nav hemûya, hêzing kom dikirin. Darê mezin hebû, em jêre dibejin texta sor. Ya xalê min bû. Rabû cû jêre pejinand. Xale min ma ecêpmayî, got: Çawa ev sêleka rabû û çû ew dar pejinand. Got: Ez ecêpmam. Digot: ez tirsiyam, min got wê bikeve. Jêhatî bû.
Ez diçûm diktor, min digot ezê cawa dest vala herim. Wan ji pela hêz dikir. Min digot ezê pela bi xwe re bibim. Em diçûn me pelê çem dicinî. Pelê me ye çem pir xweşik bûn. Min wî da ser darê. Wek çûk bû diçu ser darê. Em dibêjin pêçkê ser dara, te dî mirov li tişta digerîne, mirov hefiz dike. Min got: Ji te re dasa xwe bi xwe re bibe, hema xist pişt xwe û hilkişiya çû li ser darê. Min got: Peşiya xwe veke, bila di cavê te de neçe. Lê da, min dît li ser avê tijî xwîn bû. Min got: Ehmed tê tiliya xwe jêkir. Got: Na yadê. Min got: Wa li ser avê tijî xwin bû. Min got: Bi quran te serê mar jêkiriye. Got: Hela hela. Got: Yadê vayê li pêçekê gerandiye. Rabû pozikê darê avête me. Wî mar ji nav avê derxist avêt mile din. Ema min serê wî zefit nekir. Got: Yadê çima ma? ez çima tiliya xwe jê bikim? Min got: Lawê min li ser avê tijî xwîn bû ye, min got va mare. Got: Yadê min ne ditî ye. Min dît min got: Kurê min başe bi te ve neda. Marêkî reş, qirkeşî bû. Zarokê min giştî jêhatî bûn. Le Ehmed û Delîl xwedê jêhatî bûn.
Ê vala tevlî bû, ket hepsê derket. Wî got: Wile ezê herim, be Delîl (Şehîd Agir, birayê Şehit Bawer e) me pê nehisya. Bi hev re çûn. Di rojek de çûn. Welhasil digot ezê herim. Piştre di tevgera bajer de heft meha kar û xebat kir. Carna em pê dihesiyan, carna em pê nedihesiyan. Carna xwe pêşanî me dida, carna xwê pêşanî mê ne dida. Ence wisa rojekî winda bû, me got ha wê îro were ha siba, me xeberek jê ne girt. Ez rojekî çum ez li wan dera geriyam. Di dawî de tiştê em pê hesiyan gotin wile li Rojava ye. Gotin li Gare ye, li Metîna ye. Wisa agahiya mê jê çênebû. Di dawî de sê mehe şehîd ketibû em pê nehisyan. Piştre telefonî bave vî kirin jê re gotin kû hevalê Bawer şehîd ketiye. Piştre ji hevala re got û hatin ser dana me kirin. Gotin şehîd ketiye ka em çi bikin. Rabû bavê wî got ezê taziya xwê deynim. Hevala gotin belkî dijmin nehile em deynin. Gotin ji bo me ne pirsgirêke ema ji bo mehvana. Elî got yê werê vir wê tahamulê sêlana jî qebul bike û got kes nikare te sîla li me bide, me taziya xwe danî, em çun yasê.
Dibejin li Helincê şehîd ketiye, me wisa bihîst. Ew hevalê xwe bi hev re şehîd ketine. Gotina minadawî ez başiyê dixwazim, ez aşîtiyê dixazim, ez wekheviyê dixazim. Wila wisa ye, gotin têrê nake û hevalê wek min pirin. Înşallah ezê mihvane mala wan bim jî û silav û rêz. Ez çî bêjim carna bi peyvê îş çênabe û carna bi peyvê îş xira jî dibe. Silav û rêz li hevale wek min re .