BEHDÎNAN – 8 kesên ku ji ciwanên Kurd û Ereb pêk tên, ji bo slavkirina pêngava “ji Rêber Apo re Azadî , Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseri” a ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Di 10’ê Cotmehê de li hemû cîhanê hatiye destpêkirin, tevlîbûna xwe di nav refên partî de dan diyarkirin. Ciwanan bi daxuyaniyeke çapemeniyê pêngava Azadiyê silav kirin û ragihandin ku ew tevlî fikir û felsefeya Rêber Apo bû ne.
Ciwanên ji Ajansa me ya Nuçe Ciwan re behsa sedema tevlibuna xwe kir:
“Navê min Militan Apoyî ye. Ez ji bajarê Kobanê me. Ez niha li çiyayê Kurdistanê de me. Sedema tevlibûyina min ji ber ku ez bandor bûm; bi çalakiya fedayî ya ji tabura nemiran a Şehîd Erdal û Şehîd Rojhat ku li Enqerê çebû. Ev ji bû sedemek xurt a bandor bike li ser mîrov. Û ez wisa tevlî refên gerîlayên Azadî bûm. Jiyana me jiyanek xweş e, li çiyayên Kurdistan.
Ez wek ciwan berê ku tevlî refên gerîla bibim ez di nav şoreşe de mezin bûm. Zaten me dît ku hevalan şehîd ketin ji bo ve fikir û felsefe ya Rêber APO. Ji bo tolhildana Şehidan, ji bo gelên li Kurdistanê biparizin. Em jî wek ciwan dixwazim ve hestê tolhildan peşbixin, em jî tola van hevalan rakin.
Ji bo hemleya “Ji Rêber APO azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” me da diyar kirin ku em wek ciwanên Kurd û Ereb em dixwazin ev bibe bersîv ji Tirkiye re. Bila hemû cîhan bizane ku em na tirsin li hember wan. Em îroli hemberî dargikeran şer dikin li çiyayên Kurdistanê. Û em silavên xwe digihinin Rêber APO. Em dibejin bi fikrek azad, ji bo azadiya fizikî ya Rêber APO em bang hemû ciwanên Kurd û Ereb dikin werin tevlî ve pengava bibin û dengê xwe bilind bikin.
Di dawî de em bang hemû ciwanan û jinên ciwan dikin ku tevlî fikir û felsefeya Rêber APO bibin. Em dixwazin bi peşêngtiya xwe çalakiyan peşbixinin û bi van çalakiyan em ji djimin re bibin bersîv.”
“Nave min Akif Hesekê ye. Ez ji bajarê Hesekê me. Tevlibuna min ji bo tolhildana şehidên me ye. Ji bo şehidên hemû Kurdistan û şehidên Rojavayê Kurdistan. Keda wan erdê nehelin. em çavê dijmin derxinin. Heta xwîna me hebe emê berxwe bidin, ji bo em Rêber APO ji zindana derxinin. Jiyana me xweşe. Ti ferk di nav me de nîne. Rihê biratiye em jiyan dikin. Wê pir xweş bibe dema ku em Rêber APO jî hebsê derxinin. Keyfa me pir bibe. Ji bo ciwanên me, cihê me pir xweşê, werin tevlî bibin. Em axe xwe rizgar bikin. Çiyayên me pir xweşe, wek gule. Pîştê xwe nedin welatÊ xwe, axê xwe biparizin.”
“Navê min Vejîn Zîlan e. Temenê min 19 sal e. Ez ji bajarê Efrînê me. Ji gundê Racu yê. Sedema tevlîbûna min; ez bi şehîd Vejîn Jiyan bandor bûm. Ez dixwazim tolhildana heval Vejîn rakin. Divê em ji bo vê rewşê bê deng nemînin. Peyama min ji bo dagirkerî nikarin îradê ya me bişkînin. Em ti carî lawaz nabin. Bi hezaran jinên ciwan wê çekên şehîdan rabikin. Banga min ji bo jinên ciwan ya ku diwxazin wateya jiyanê nasbikin û wateya azadiyê nasbikin bila werin tevilî na refên partî bibin.
Li Êfrînê revandina jinên ciwan çêdibê mafê mirovahiye tê bin pêkirin. Em ti car nasekinin heta ku em Êfrîn azad bikin. Û herî dawî banga min ji bo tevahî jinên ciwan, ji bo naskirina azadiyê û jiyanekî azad werin tevlê fikrê Serokatî bibin. Fikrê Serokatî her tim bi me re ye. Hertim di dilê me de ye.”
“Navê min Ferhad Rojava. Ez ji bajarê Derêzorê me. Ez tevlî kar û xebatê hêzên YPG li dijî DAIŞ’ê bûbûm. ji sala 2017’an heta 2020’an ez di nava hezên YPG’ê de mam. Êrîşên dakirkerî li ser Bakur û Rojihlatê Sûrî li dijî hevalên me despêkir. Me gelek şehîd dan. Bi taybetî ji hevalê me yên Ereb û hevalê me yên Kurd. Ez bi heval Ferhad Kobane û Tolhildan Qamişlo bandor bûm û min soz da Serok û şehîda. Emê fitneyên ku dibejin di navbera Kurd û Ereb de pirsgirek heye em vala derxinin. Ev hemu idiayên dagirkeriya Tirk in. Ez ji Derêzor im. Niha li Derêzor li ser fikir û felsefe ya Reber APO dimeşin. Û em ji dagirkeriya Tirkiyê rê dibêjin hûn nikarin yekîtiya me xira bikin. Emê tekoşîna xwê berdewam bikin, heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO.
Banga min ji bo ciwanê Bakur û Rojhilatê Sûrî: Zilma li ser xwe rakin. Zihniyeta xwe bigohurinin. Dagirkeriya Tirk fitne dike. Em hemû bi yekîtî û biratiya gelan dimeşin. Ez bangê her ciwanekî dikim ku werin tevlî Partiya Karkerên Kurdistanê bibin.”