AMED – Li Wargeha Xwendekaran a Guzelhîsarê xwendekarekî di encama ketina asansorê de jiyana xwe ji dest da, bi dehan xwendekaran li Wargeha Keçan a Amedê Suleyman Bin Halid bertek nîşanî bûyera dan.
Xwendekarên li Wargeha Keçan a Amedê Suleyman Bin Halid diman, ji ber qezaya asansorê ya ku li Xangeha Zarokan a Guzelhîsar a navçeya Aydin/Afelerê pêk hat û Zeren Ertaş jiyana xwe ji dest da, li baxçeyê yurdê çalakiyek li dar xistin.
Ji aliyê xwendekaran ve gelek caran dirûşmên “Qatîl KYK” û “Bêdeng nemîne, hûn bêdeng bimînin dora we jî tê” hatin qîrkirin.