NAVENDA NÛÇEYAN – Sempûzyuma Sosyolojiyê Azadiyê li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di bin şîara “EMÊ BI RÊBAZÊN SOSYOLOJIYA AZADIYÊ PIRSGIRÊKÊN CIWANAN ÇARESER BIKIN” de bin pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûri ve were lidarxistin. Demekî berî di tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de jî aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve destpê xwendina parêznameya sêyemîn a Rêber Apo “Ceribandinek li ser Sosyolojiya Azadiyê” hatibû kirin. Wek encamê xwendina vê pirtukê wê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji hemû Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di sempûzyumekî de kom bibin û nîqaş bikin. Di sempûzyumê deSemîner, sînevîzyon û roportaj jî werin pêş kêş kirin û bi rêya zoom û dîmenan ve ji dervê welat wê mêvan jî beşdar bibin.