NAVENDA NUÇEYAN – 10′ê Cotmehê, sandîqe û partiyên siyasî li 74 navnedên cîhanê pêngaveke bi dirûşma ” Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ragihand. Ji deverên cuda yên cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi dehan rêxistinên siyasî, sivîl, jin û ciwanan tev li pêngavê bûn.
https://www.nuceciwan128.xyz/ku/ferzende-munzur-dema-ciwan-rabin-gisti-civak-rabe/
Têkildarî pêngavê, Berdevkê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzur ji ANHA′yê re axivî.
Munzur diyar kir ku ragihandina vê pêngavê li 74 navendên cîhanê ji aliyê dostên Kurdan ve di vê qonaxê xwe de xwedî wateyên bi nirx in û got: “Wateya yekemîn a pêngavê temenê Rêbertî yê 74 salî ye. Wateya din mafê Rêbertî yê bidestxistina mafê hêviyê ye. 25 sal di ser ragirtina wî li girîgehê re derbas bûn. Rêbertî di rewşeke gelek nebaş de ye û tecrîdeke mutleq li dijî wê tê meşandin. Li gorî qanûnên Ewropayê, mafên girtiyê mehkumê muebet û têkoşerê ji bo azadiyê heye, piştî 25 salan careke din were dadgehkirin.”
Munzur bal kişand ser ragihandina pêngavê li welatên Ewropayê ji aliyê kesên cîhanê ve û wiha domand: “Komplo, komployeke cîhanî û navneteweyî bû, gelek hêzên desthilat ên ku cîhan dagir kirine û hin aliyên bi nakok beşdarî vê komployê bû. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî wî dê têkoşîneke cîhanî be, ji ber ku kesayetek mîna Rêber Apo nûnertiya dozekê dike û ev doz li seranserî cîhanê xwedî bandoriyek e. Rêber Apo ji bo edaleta mirovahiyê, ji bo biratiya gelan, her wiha ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê tê dikoşe.”
BERSIVA LI HEMBERÎ KOMPLOYÊ TÊKOŞÎNEKE GERDÛNÎ BÛ
Munzur îşaret pêk kir ku bersiva Rêber Abdullah Ocalan a li hemberî komploya navneteweyî, têkoşîneke gerdûnî bû û got: “Têkoşîna Rêbertî berdewama têkoşîna fîlozofan, pêxemberan, zanyaran, rêberên gelan a bo mirovahiyê ye. Rêbertî şoreşeke zihnî di hundirê girtîgeha Îmraliyê da li dar xistiye.”
Ferzende Munzur li ser cudahiya vê pêngavê ji pêngavê berê pêk hatibû ev nirxandin kir: ′′Pêngava niha pêngaveke gerdûnî ye. Ji her pênc parzemînan gelek fîlozof, zanyar, hiqûqnas, kesên xeleta nobelê wergirtine, çalakvanên ekolojiyayê û jinan beşdar bûne. Ev dide nîşandan ku Rêbertî bi nêrîn, raman û felsefeya xwe, her wiha bi çareseriyên ku pêşkêş dike, Rêberekî cîhanî ye. Lew ra bi hezaran kes daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dikin ku ji tevahî aloziyên asêmayî re çareserî ye.”
′EM DERBASÎ QONAXEKE NÛ BÛN′
Munzur bal kişand ser nameya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û got: “Kesên ku ev pêngav dane destpêkirin, xwediyên lêkolînên kûr li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd in. Her wiha îsbatên girîng û dîrokî yên derbarê vê yekê de li cem wan hene. Ev kes gihaştin wê qenetê ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke sereke û girîng li Rojhilata Navîn û cîhanê ye û çareserkirina vê pirsgirêkê divê li ser esasê edalet, wekhevî û azadiyê be. Çareserkirina vê pirsgirkê dê bandorê li gelek pirsgirêkên asêmayî yên li cîhanê bike. Çareserkirina vê pirsgirêkê di azadkirina fîzîkî ya Rêbertî de ye.”
Berdevkê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzur girîngiya tevlêbûn û mezinkirina vê pêngavê destnîşan kir û wiha dawî li axaftina xwe: “Bi ragihandina vê pêngava cîhanê re, em derbasî qonaxeke nû bûn. Em bi hêvî ne ku ev pêngav bibe dawiya tevahî êrişên qirkirinê yên li ser Kurdan û bibe destpêka azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Destpêkirina vê pêngavê di rewşên wiha de watedar e e. Em di wê baweriyê de ku ev pêngav li seranserî cîhanê berfireh bibe da ku armancên wê yên azadiya fîzîkî ya Rêberî û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi cih werin.”