HESEKE – Berî kêlîyekî, “Sempozyum a Sosyolojiya Azadiyê” ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê hat bi rêxistinkirin, li bajarê Heseke bi beşdarbûna nêzî 150 ciwanên Kurd, ereb û ermenî ji tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Sempoziyum, bi silogana “Emê bi Rêbazên Sosiyolojiya Azadiyê Pirsgirêkên Ciwanan Çareser Bikin” û di çarçoveya hemleya “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku di 10’ê Cotmehê de li 74 bajarên cîhanê dest pê kir, wek encamê xwendina parêznameyê sêyemîn ê Rêber Apo “Ceribandinek li ser Sosyolojiya Azadiyê” li hemû qadan tê li darxistin. Nûnerên Înîsiyatîfa Azadiya ji bo Rêber Apo ya Sûriyê, Akademîya Zanîstî yê Rêber Apo û Komîteyê Jineolojî jî beşdarî sempozyum dibin. Piştî deqayekî rêzgirtin li ser giyana şehîdên şoreşê, sempozyum bi axaftina berdefkê Înîsyatîfa Azadiya ji bo Rêber Apo ya Sûriyê Ferzende Munzur dest pê kir. Ferzende Munzur behsa jiyan û tekoşîna Rêber Apo û bandorê wî li tevahî cîhanê. Munzur diyar kir ku fikirê Rêber Apo çareserîyekî ne tenê ji bo gelê kurd lê ji bo şoreşê navnetewî da pêş û ku her ku diçe zêdetir hereketên û mirov ji her çar alîyên cîhanê piştigirîya fikirê Rêber Apo dikin û bangawazîya azadkirina wî ya fîzîkî dikin.
Di bernameyê de semîner, nîqaş û sînevîzyon cih digirin û mêvan ji derve wê bi rêya dîmen jî beşdar bibin. Sempoziyum berdewam dike.