HESEKE – Sempozyum a Sosyolojiya Azadiyê ku vê sibê dest pê kir berdewam dike. Sempozyum ji alîyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li bajarê Heseke bi beşdarbûna nêzî 150 ciwanên Kurd, Ereb û Ermenî ji tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, di çarçoveya hemleya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” tê li darxistin. Piştî axaftina dest pê kê yê berdefkê Înîsiyatîfa Azadiya ji bo Rêber Apo ya Sûriyê Ferzende Munzur, sînevîzyonekî li ser jiyan û tekoşîna Rêber Apo, Komployê Navnetewî û tekoşînê ji bo azadîya fîzîkî ya Rêber Apo, ku ji alîyê komîteyê ragihandinê Tevgera Ciwanên Şoreşger hat amade kirin, hat pêş keş kirin. Piştre jî, peyamên ji ciwanên ji Misir û xwendekarên Kurd ku li Ewrûpa koçber bûn hatin nîşan dan. Dîmenên li ser zewacê bi temenê biçûk, bi axaftina ciwanên ku bi xwe vî rastî jiyan kirin, hatin temaşe kirin. Semînerekî li zewacê bi temenê biçûk ji alîyê Komîteyê Jineolojî jî hat dayîn. Sempozyum bi semîner û nîqaşan berdewam dike.