HESEKE – Sempoziyum, bi silogana “Emê bi Rêbazên Sosiyolojiya Azadiyê Pirsgirêkên Ciwanan Çareser Bikin” û di çarçoveya hemleya “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku di 10’ê Cotmehê de li 74 bajarên cîhanê dest pê kir, wek encamê xwendina parêznameyê sêyemîn ê Rêber Apo “Ceribandinek li ser Sosyolojiya Azadiyê” li hemû qadan tê li darxistin. Nûnerên Înîsiyatîfa Azadiya ji bo Rêber Apo ya Sûriyê, Akademîya Zanîstî yê Rêber Apo û Komîteyê Jineolojî jî beşdarî sempozyum dibin. Piştî deqayekî rêzgirtin li ser giyana şehîdên şoreşê, sempozyum bi axaftina berdefkê Înîsyatîfa Azadiya ji bo Rêber Apo ya Sûriyê Ferzende Munzur dest pê kir.
Di sempozyûmê de wêneyên Rêber APO hatibûn hilgirtin, pêşangehek ji pirtûkên Sosyolojiya azadiyê hatibû lidarxistin sînevîzyon li ser jiyana Rêber APO hat pêşandan. Sempozyûmê bi beşdarbûna 150 delegeyên ji Yekitiya Jinên Ciwan, Ciwanên Şoreşger, ciwanên Ermen dest pê kir. Peyamên ji ciwanên ji Misir û xwendekarên Kurd ku li Ewrûpa koçber bûn hatin nîşan dan.
“Navê min Zelalê endamê Tevgera Ciwanê Şoreşger ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Îro çarekemîn konferansekê wisa weke Tevgera ciwanên şorşger tê li dar xistin. Taybte li seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê. Konferansê me di bin slogana ”Emê bi rebazên sosiyolojîya azadiyê pirsgirekên ciwana çareser bikin” de hat li dar xistin. Armanca me bi vê konferansê ku Tevgera Ciwanên Şoreşger peşdarî hemleya nû ya ”Ji Rêber APO re azadî ji pirsgirekê Kurd re çareserî” dibe. Ev konferans di bin siwana vê hemlê hat li dar xistin. Endamên Tevgera Ciwana, rêxistina ciwanên ermen û komÎteya ji bo Rêber APO peşdarî vê konferansê bûn. Di vê konferansê de gelek xalên giring werin niqas kirin. Yej ji van xalan jî yê ku ciwan di nav civakê de niha jiyan dikin di milê maddeyên hişbir de, zewac bi temenê biçûk û di heman demê de jî koçberîya ku derveyî welat çedibe di konferansê der werin niqas kirin. Belgeyên ku hatin hasir kirin wê werin xwendin. Li ser van esasan konferans werê rêve birin.
Em bawerin ku di vê konferansê de niqasên giring û çareserî ji van pirsgirekan werin dayîn. Tevgerên Ciwanan yê ku derve welat in nameyên xwe ji bo ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şandin. Ji ber ku em hemû dizanin ku pareznameya Serokatî bi navê Sosiyolojîya Azadî Rêber APO bi awahîyek pir berfireh, bi lêkolîn û tahlîl pirgirekên civaka kurd û ne tene yên gele kurd jî, pirsgirekên hemû civakan ji hemû alîyan vê tahlîl kir û çareserî ji wan re dayîn. Pirsgirekên ku em niqas bikin û em dixwazin bal bikşînin ser ew pirsgirekên ku niha civaka me di alîya ehlaqî û siyasî, çandî de jiyan dike di ênî demê de di milê desthilatderî, dewletbûnê de, di mşlê liberalîzm de ku niha di civakê me de pêşdikeve, ev pirsgirekên Rêbertî hemû Îsbat kirin, tahlîl kirin û çareserîyekê pir xurt ji van re danî. Em wekê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê erk û mîsîyon ku Rêbertî daye li ser milê me femkirina Sosiyolojîya Azadiyê û xistina pratîkê. Ji bo birêxistin kirina hemû ciwanên Kurd û bi taybet di hemû Rojhilata navîn de ciwan werin rêxistin kirin. Bi delegasiyonek pir xurt ku peşdarî konferansê bû emê encamên pir xurt bigrin û çareserî ji bo hemû pirsgirekên ciwana werin dayîn. Tiştên ku ciwan niha di milê koçberî, zewac bi temenê biçûk û maddeyên hişbir de jiyan dikin em dizanin ku ev hemû bi zihniyeta dijmin hatiyê ava kirin. Dixwast bi van tiştan civak ji civakbûnê derxe, ji exlaqê civakê derxe dixwaze çanda civakê qût bike. Ji ber vê jî rol û mîsîyona me weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ewê ku ji bo van pirsgirekan hemû çareserî were dayîn û hêvî û bawerî me ji vê konferansê ewê ku em hemû pirsgirekan ciwana bi taybet û civakê giştî çareser bikin.”
“Navê min Sidra ye ez xebatê ciwana dikim. Despekê ez vê konferansê li gerîleyên serê çiya û taybet li Rêber APO pîroz dikim. Em hatin vê konferansê, heya niha me bejê zewac bi temenê biçûk xilas kir û beja Koçberî. Li ser vê esasî ciwan niqas dikin. Em hatinê vederê ji bo em pirsgirekên xwe û tiştên ku di nava civakê de hatin serî ciwan çareser bikin.”
“Navê min Cemal Abdû, berdefka tevgera ciwana ya Şehba û Efrînê me. Îro em peşdarî konferansa di bin silogana ”Bi rêbazên sosiyolojîya azadîye pirsgirekên ciwan çareser bikin” de bûn. Li ser vê esasî em peşdarî konferansê bûn. Xalên ku di vê konferansê de werin niqas kirin yek ji van jî zewav bi temenê biçûk, maddeyên hişbir û koçberî ne. Li ser van xalan hat niqas kirin û çareserîya van hat dayîn. Ez dixwazim taybet ji bo koçberî tiştekî bejim. Em dibejin pareçeyekî ji zêr di destê me de ye çima derdikevin derve, yanî tiştekî ji welatê însan ku xwînte de hat rejandin buhatir nîne. Em ji bo hemû ciwana dibejin aqîlê xwe li serî xwe bikin û ev welat ku bi xwîna şehîdan hatîyê ava kirin, welatekî zêrê. Em dibejin def ji welatê xwe bernedin û nerin û nekevin di nava kapitalîzm de.
Nekevin di nava bandorîya dijmin û şerê taybet. Yanî ev tişt ku dijmin ji me dixwaze evê. Koçberî tiştekî ne hesanê, yekî ji welatê xwe dûr dikeve. Ji bo maddeyên hişbir jî ev herdû bej giredaye hev in. Em hemû dizanin maddeyên hişbir ji kudere tên. Bangawazîya me ji bo hemû ciwana. Em dibejin xwedî li şoreşa xwe derkevin, xwedî li keda Rêber APO derkevin, xwedî li xwîna şehîdan derkevin û xwe di nava şoreşê de bibînin û herî dawî em dşbejin ”Bijî Serok APO, Bijî Serok APO, Şehîd namirin.”