HESEKE – Sempozyum a Sosyolojiya Azadiyê ku îro li bajarê Heseke ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê hat bi rêxistinkirin bi dawî bû. Sempozyum wek encamê xwendina parêznameyê sêyemîn yê Rêber Apo “Ceribandinek li ser Sosyolojiya Azadiyê” li hemû qadan hat li darxistin û ciwanên Kurd, Ereb û Ermenî ji tevahî heremê beşdar bûn. Sempozyum di çarçoveya hemleya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” û bi silogana “Emê bi rêbazên Sosyolojiya Azadiyê pirsgirêkên ciwanan çareser bikin” hat li darxistin. Nûnerên Înîsiyatîfa ji bo Azadîya Rêber Apo ya Sûriyê, Akademiyê Zanîstên Civakî ya Rêber Apo û Komîteyê Jineolojî jî tevlî sempozyum bûne.
Sempozyum bi seminer, nîqaş, sînevîzyon û dîmen li ser tekoşîna Rêber Apo û li ser pirsgirêkên sereke yên ciwanên heremê û çareserîyê wan derbas bû. Mijarên ku hatin diyar kirin ji bo nîqaşê zewacê bi temenê biçûk, koçberî û bikaranîna madeyên hişbir bûn. Beşdarvanên mijar bi mijar nêrîna xwe li ser sedem û çareserîyê pirsgirekên ciwanan anîn ser ziman û nîqaşên berfireh hatin meşandin. Peymanên ji Sempozyum re ji Misir, Fîlîstîn û Ewropa jî hatin peşkeş kirin. Di axaftina xwe de jî ciwanekî ji Dêrazorê soza tevlîbûna di nava refên Tevgera Azadiyê de da. Di dawîyê de encamnameyekî li ser esasê nirxandin û pêşniyarên ku pêşketin hat nîvîsandin û pirtûkê “Ceribandinek li ser Sosyolojiya Azadiyê” ji hemû kesên ku beşdarê sempozyum bûn re hat belav kirin.
Encamname wisa bû:
1. Rêber APO afrinerê fikra azadiyê û heqiqetê ye. Ji bo vê jî xwe di fikir û felsefeya Rêber APO de zane kirin pêwiste. Ji bo vê divê parezname û dahurandinên Rêbertî werin xwendin, di kesayeta xwe de were tehlil kirin û ev wek bernameyek rojane em daynin pêşiya xwe.
2. Divê paradigmaya Rêber APO ya demokratik, ekolojik û azadixwaziya jin rast were zanin, li ser perwerde werin ditin, têgihiştin û pêkanina wê pêk bê. Li ser 3 lingên paradigmayê li hemû qad û qantonan komxebat werin çêkirin.
3. Hemû xebatên xwe xistina bingeha hemleya ji Rêber APO re azadi û ji bo azadiya fiziki ya Rêber APO ku afrinerê jiyana azade were runiştandin.
4. Pirsgirêkên ciwana ya herî esasî bê perwerde bûne, nezanbûne ji bo vê divê xwe perwerde kirin de israrek mezin hebe, çi fikri çi girêdayi beşan be, çi eskeri be divê li ser van esasan xwe perwerde kirin pêş bikeve. Ev perwerde bi rêbazên perwerdeyên girti, vekiri û rojane divê em bixin jiyana xwe de.
5. Li dijî her cure êrişên zayendperest yên iradeya jin tune dike, nasname û hebûna jin nasnake, hêza jinê tune dike, di ronahiya felsefeya Rêber APO de di birdoziya rizgariya jin de xwe kur bikin, feraseta jineolojî rast fam bikin û pivanê azadiya jin qebul bikin û pêkbinin.
6. Li beramberi zewaca temen piçuk divê wek jin û ciwan tekoşinek xurt were meşandin. Li hember vê di azadiyê de, di xwebûnê de, di jiyana azad û iradeya azad de israr hebe. Ji bo vê divê em destpêkê ji xwe destpê bikin.
7. Ji bo jiyanek azad û wekhev were ava kirin divê rêxistinbûnek xurt were ava kirin. Ev rêxistinbûn divê gund gund, komin komin were belav kirin. Malbat werin ziyaret kirin û rêxistin kirin.
8. Li hemberi zewaca temen piçuk divê ciwan faaliyetên çand û hûner û werzişê de pêş bixin.
9. Li dijî sistema kapitalist ya ku bi ideolojiya xwe ya liberal civakibûnê ji holê radike, tune dike seknandin di civakibûnê de israr û erkê sistema demokratik pêkanin, ji bo pêkanina wê divê paraadigmaya demokratik, ekolojik û azadixwaziya jin rast were pêkanin. Di kominan de pareznameyên Rêberti werin xwendin hîn zêdetir di nav civakê de bin.
10. Li dijî her cure êrişên li ser welatê me, axa me pêş dikeve ku welatê me dide vala kirin, talan dike, dagirdike di welatparêziyê de israr kirin û li ser van esasan di parastina welatê xwe de cih girtin û parastina wê rast pêkanin pêwiste.
11. Ji bo civaka me rastiya dijmin nas bike û li hember koçberiyê bisekinin divê ziyaretên malbata were xurt kirin, malbat werin rêxistin kirin.
12. Li dijî koçberkirin, valakirina welat divê hezkirina welat were ava kirin, her bosta welat ya ku li ser tê jiyan kirin were xweş kirin li ser vî esasî divê em rêxistinbûna xwe xurt bikin, di milê ideolojik de xwe xurt bikin. Lêgerina xwe ya azadiyê li ser bingehek rast bidin ava kirin.
13. Parastina welat di pivanên welatparêzî û şoreşgertiyê de ye ji bo pêkanina vê divê di pivanên welatparêzî û erka şoreşgeriyê de israr hebe, ev pêkanin yê hezkirina welat, parastina welat û ava kirina welat de rolek giring bide me.
14. Sitema kapitalist ji bo berjewendiyên xwe û pergala xwe bidomine kesan ava dike ku ev kes jiyanek liberal, ezez, duri civakê jiyan dikin. Li dijî vê jiyanek hevpar û kominal ya ku bingehê xwe komine divê werin rêxistin kirin jiyan bi komin bibe.
15. Li dijî valakirin, koçberkirina welat ya ku aboriyê dixe bingeha xwe aboriya civakê pêşxistin sistema aboriya civakê ya ku bingeha moderniteya demokratike were ava kirin û sistema kooperatif were pêş xistin.
16. Li dijî êrişên şerê taybet yên maddeyên hişbir, muxaderat pêş dixine, jiyan û tenduristiya ciwanan dixe xeteriyê de jiyanek bi tendurist û paqij were jiyan kirin.
17. Li hemberi her cure politikayên şerê taybet ku li ser ciwanan, li ser jin û li ser civaka me didin ferz kirin divê rastiya dijmin rast were fêm kirin dijmin tenê wek fiziki neyê dest girtin hemû politikayên şerê taybet yên dijmin baş were zanin û li hember wê tekoşinek ideolojik, rêxistinî were meşandin.
18. Li hemberi êrişên dijmin û sistemê yên çanda civakî tune dike, civakê bê hafîze dihêlê, xwe di zihniyeta şoreşê de kur bikin, şoreşa çandi ava bikin û di çanda xwe de israr bikin.
19. Xebatên zanekirinê yên seminer, komxebat, civin werin xurt kirin ev xebat di asta zane bûnê û feraset de werin pêşxistin û belavî hemû civakê were kirin.
20. Konferansa sosyolojiya azadi bibe xebateke salane be kirin. Li ser esase legerina azadiye û pirsgirêka ciwanan be çareser kirin.