ŞEHBA – Îro li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê, di bin dirûşmeya “DÎWARÊN ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN, CENGA AZADIYÊ SER BIXIN” de meşeke girseyî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê ve hate lidarxistin. Meşê bi dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” ji qada bazarê ya Til Rifetê dest pê kir û li çarxereya Til Rifetê veguherî mitîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdên şoreşê, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Jinên Ciwan Zozan daxuyaniyekî xwend.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku siyasetên dewletên hegemonîk ku di vê demên dawî de tên meşandin bi hemû şaxên xwe girêdayî komploya navdewletî ne. Her wiha hat destnîşankirin ku siyaseta ku li ser Rêber Apo, gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn tê meşandin bi gelemperî siyasetekî qirkirina çandî, asîmîlekirin û dorpêçkirina ramanên azadiya gerdûn, xweza û mirovahiyê ye. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku tevgera ciwanan bi hemû hêz û vîna xwe û bi hişmendiya neteweya demokratîk wê heya kêliya dawî piştgirî bidin pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgireka Kurd re Çareserî”. Di dawiyê de daxuyanî bi silogana “BÊ SEROK JIYAN NABE” bi dawî bû.