NAVENDA NUÇEYAN – Çeteyên hikumeta Şamê duh bi sibê ji rojavayê beravê çemê Firatê êriş rojhilatê Dêrazorê kir. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bersiva êriş da. Hêzê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir k udi bersivandinê de 19 çete hatine kuştin û 20 jî birîndar bûne. Her wiha 3 şervan û 4 sivîl şehîd bûne.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD`ê de nasnameya şehîdan hate aşkerakirin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD`ê de wiha hate gotin: “Di bersivandina hêzên me de ya êrişên çeteyên rejîma Sûriyeyê li dijî rojhilatê Dêrazorê, 3 şervanên me şehîd bûn. Hêzên me êriş û hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê têk birin. Hevalên me Demhat Qamişlo (Tamir Ehmed Îbrahîm), Baran Dêrik (Ciwan Remadan Murad) û Ezam Hesekê (Xalid Horan El Etiye) ji bo ku çeteyên rejîma Sûriyeyê derbasî herêmê nebin, canê xwe feda kirin, gelek ji wan kuştin û birîndar kirin. Em sersaxî ji malbatên her sê şehîdan dixwazin. Baweriya me bi hêzên me xurt e ku dikarin tevahî komplo û planên li dijî herêmê têk bibin. Em ê hêvî û xewnên hevalên xwe di azadiyê û serkeftinê de bînin cih.”