REQA – Îro Şampiyoniya Futbolê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di kategoriya mêran de bi pêşbirka di navbera Klûba El-Şemal a Reqayê û Klûba Serdem a herêma Cezîrê bi dawî bû û bi şampiyoniya tîma El-Şemal bi dawî bû û îro bi sedan Ji heyranan, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên Rêveberiya Xweser ji bo beşdarbûna maça fînalê ya ku Klûba El-Şemal Klûba Serdemê li qada stadyuma şaredariyê ya Reqayê kom kir, hatin cem hev.
Maç bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Henan Bakkar axivî û got: “Em dikarin bêjin ku werzîş dest bi pêşketinê kiriye. spas ji bo berpirsên werzîşê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev turnuva ji bo gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftineke mezin e.”
Alîkarê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cebraîl Çemûn jî axivî û got: “Di destpêkê de em li ser giyanê şehîdên xwe rehmê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Heger ne ji wan bûna, li gel şert û mercên dijwar ên şerên dewleta Tirk a dagirker li herêmê diqewimin, em li vir li stadyumê kom nedibûn.”
Ji aliyê xwe ve navdarê êla Tayê Hisên El-Ferhan axaftinek kir û wiha got: “Birêzên sporvan, ciwan û jin, li ser navê desteya navdarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em dibêjin. Ji hemû cîhanê re ku gelê me di rêza xwe de yek e û vî gelî ji bo pûçkirina komployên derve û hundir, gelek şehîd dane.”
Paşê lîstikvan ketin qadê û bi tiliya hakeman re maç dest pê kir û di nava coşeke mezin a her du tîman de, di nava coşeke mezin a temaşevanan de ku her du tîman teşwîq kirin.
Maç bi dawî bû ku Klûba El-Şemal Klûba Serdemê bi skora 1/0 têk bir.
Tûrnûva bi dawî bû ku Klûba El-Şemal di Şampiyoniya Futbolê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bû şampiyon, di kategoriya mêran de madalya û madalyon ji her du tîman re hatin pêşkêşkirin û kûpaya şampiyoniyê jî pêşkêşî Klûba El-Şemal hate kirin. Di 6’ê Cotmehê de Federasyona Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê turnuvaya futbolê ya mêran bi beşdariya 10 klûbên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.