NAVENDA NUÇEYAN – Tu şek û guman tune ne ku em şahidên nivîsandina dîrokeke evsanewî ne ku ne tenê li Kurdistanê, lê belê li rojhilata navîn û cîhanê ev dîrok tê nivîsandin û rêber APO berê vê dîrokê da guhertin û xiste di riyeke nû de,bi felsefeya xwe ya jiyana azad. Her dîrokek ji aliyê kesayetên dîrokî ve tê afirandin, lê her dîrokek jî kesayetên dîrokî diafrîne, Rber apo ku kesayetekî dîrokî ye em û mirovatî tev de şaşo maşo û matmayî hîştine bi afirandina vê dîroka ku her kes tamaşevantiya mûcîzeyên wê dike. Ev dîrok jî mîna xisletên xwe, bi hezaran kesayetên dîrokî afirandin û di nav hembêza rûpelên xwe yên zêrîn de, bi cih kirin. Lehengên vê dîrokê ku pêşengtiya nivîsandina wê dikin bê hejmar bê hemta ne, ma em li beramber rastiya wan têrê dikin çi bêjin. Şahîn cûdî bi navê malbata Fadil ku ji herêma kobanê ye, bi rastî jî mîna navê xwe Şahîn e û bazekî çiyayê Cûdî ye, yek ji van lehengan e.
Şoreşa Rojava şahidê wî ye, ew jî şahid, kedkar, pêşeng û lehengê wê ye, rêheval Şahîn Cûdî wî jî weke hemû ciwanan dixwest ku bixebite û xwediyê pêşerojekî be,malbata wî jî mîna her malbateke Kurdistana bindest dixwest ku zarokên xwe bide xwendin û bike xwedî jiyaneke taybet ya şadûman e, lê belê her ku heval şahîn xwend, her ku zana bû her ku rastiya welatê xwe Kurdistan û rastiya gelê xwe yê bindest di nav lepên ewqas dijmin û artêşên çetayan de dît, her ku fêm kir ku ne azad e, ne ewlehî, ne rûmet, ne pêşeroj, ne rihetî, ne kêfxweşî ne jî jiyan, ne jî, ne jî û nejî, ti tişt li vî welatî mîna bihuşta ku ji gelê wê re kirine qesabxaneya mirinê, ne pêkane ku bê jiyîn,lewra Şahînê qehreman bi vê zanebûna xwe weke şehîd Rustem Cûdî ,şehîd Îsmaîl şehîd Şîlan û bi deh hezaran ciwanên xwendevan ên Kurdistanê biryara şoreşgertî û fedayîtiya gel û welatê xwe dan.
Weke hin xwendevanan xwe di bin navê zanebûnê de bi cehalet, xuflet û koletê neda xapandin ,ruh û hestên xwe yên mîna çiyayên Kurdistanê pîroz û paqij bi koletî û xulamtiyê û şerpezarbûnê qirêj nekir. Ji ber wê li ser riya Mezlûm Doxan û Mihemed Xeyrî Durmuş ber bi zeferê ve bimeşiya. Ji destpêka şoreşa Rojava ve heval Şahîn Cûdî fersenda dîrokî ya ku ji bo gel û welatê wî hatiye dît, erk û berpirsyartiya rast a ciwanên Rojava li şûna revê wê çi be dît. Xeteriya ku bi şoreşê re li ser gelê wî ava bûye, çiya dît û fêm kir û li ser vî esasî bê teredûd dev ji jiyana xwe ya şexsî berda û biryara xwe fedayîkirina ji bo gel û wlatê xwe da.
Şahîn Cûdî şagirtê serkeftî yê felsefeya apoyî ye,piştî biryara şoreşgeriyê tevî ku perwerdeyek kurt li ser ramanên rêber APO dît jî, lê pêşketinek gelek mezin qezenc kir û bi baskên zanabûna apoyî ket û firiya. Heval Şahîn Cûdî rihê ciwantiyê rasteqîn temsîl dikir,ew her dagirtî bû, bi coş, moral û enerjî bû û xwedî leza ne asayî ya pilansazî avakirin, pêkanîn û serxistina wê bû ,tu carî tenê di axaftinê de nedima,ti carî xwe mehkûmî astengiyan nedikir, ji ber wê jî bi van xisletên kesayeta xwe bi ku ve diherikî wek milîtanekî apoyî derdora xwe radikir ser piyan û bi heyecanê dadigirt û dixiste tevgerê, ji ber wê heval şahîn rêxistinvanekî bi bandor û serkeftî bû.
Heval şahîn pêşengekî rastîn ê cwanan bû,wî bi keda xwe ya bê rawestan û bi pêşengtiya xwe ya serkeftî dikarîbû konfedrasyona xwendevanê kurd bi hevalê xwe yê şehîd hogir kobanê re damezrîne,her wiha cara yekê yekîtiya rêxistinên ciwanên kurd û ciwanên partiyên siyasî ava bike û bike bingeha yekbûna partiyan, her wiha ji bo ku ciwanên civaka ereb li ser hîmê felsefeya rêber APO rêxistin bike, di salên 2016an de tevgera ciwanên ereb damezirand û ew kirin pêşengên rastîn ên ciwanên Sûriye,di heman demê de ji bo ku yekîtiya tevahî ciwanên Sûriye ava bike û di Sûriya pêşerojê de ciwanên sûriyê bike îrade û bi zend û bendên wan Sûriyeya azad û demoqratîk ava bike,di sala 2017an de meclîsa ciwanên Sûriye ava kir,her wiha roleke girîng di damezirandina partiya Sûriye ya pêşerojê de jî lîst.
Bi vî awayî bi çend peyvên ku encama keda şehîd Şahîn Codî bi xwe ne, têrneker be jî ,me xwest ku em hin rastiyên vî pêşengê hêja yê ciwanan û yê şoreşa Rojava bigihînin nifşa ciwan, ta ku çawa Şahîn Cûdî li ser riya Mezlûm Doxan, Kemal, Xeyrî û Rustem cûdî meşiya, bi hezaran ciwanên Kurdistanê jî di riya bûyîna kesayetên dîrokî û laiqî Kurd û Kurdistanê di xeta rêberê mirovahiyê rêber APO de ne, heta dawiyê serfiraz û azad bijîn.
Kovare Ciwanan Şoreşger