NAVENDA NUÇEYAN – Hejmara 27’emîn a kovara Xwebûn ya jinên ciwan ên li Ewropayê bi manşeta ‘Hêvî ji serkeftinê bi rûmettir e’ derket.
Di hejmara nû de nivîsên bi Kurdî, Îngilîzî, Fransî û Elmanî, nirxandinên Rêber APO û gotarên jinên ciwan û gerîlayan cih digirin. Desteya weşanê ya kovara Xwebûnê derbarê hejmara 27’emîn ev tişt dibêjin:
“Bi têkoşîna ku li çiyayên azad tê meşandin re mirov dikare asta hêza hêviyê bibîne. Ji ber dijmin di ferqa hêza hêviyê de ye, bi şerê xwe yê taybet hêviyên me di serî de dixwaze armanc bike. Hewl dide me bike mirovên ku bedewiya jiyanê nabînin, her tim neyînî difikirin û bêhêvî ne, da ku nîşan bide ku ji bilî pergala wî ya nemirovane ti alternatîfek din nîne û ti motîvasyonekî hemberî wî şer bike dernakeve.
Wêkî edîtora Kovara Xwebûn me girîng dît, em ser vê mijarê bisekinin. Di vê Kovarê de mijarên weki “em hêvî ji çi digirin, çima bêhêvitî pêş dikeve, hêvî çiye” û hwd tê dest girtin.‘’
Di vê hejmara Kovara Xwebûnê de bîranînê Şehîd Vêjîn, ê ku 07’ê Tebaxê şehîd bûbû, hate weşandin. Her wiha hevpeyvînekî bi birayê Şehîd Armanç Cemre re hate dest girtin. Her wekî din hevpeyvînên bi jinên ciwan re li ser mijara ‘hêvî’ jî di kovara me de cîhê xwe digre.
Li ser vê lînkê jî kovara Xwebûn dikare were guhdarîkirin: https://open.spotify.com/show/4MAkjW2oeBRtIKIWj4Uo6S
NAVEROKA VÊ HEJMARÊ
Kurdî;
– Min îxanetê li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekir
– Ger azadî hêsan buya, Ronahî û Bêrîwan xwe nedişewitandin
– Gava min ber bi riya heqîqetê ve
– Sterka Heqîqetê: Şehîd Armanç Cemre
– Vêjîn tê wateya Cizîrê, Sûr, Nisêbîn, Gever, Silopî û Şirnexê
Elmanî;
– Trauer zu Wut – Wut zu Wıderstand
– Mit dem Fedaî – Geist das Leben zuruck erkampfen
– Die Kraft der Natur
Îngilîzî:
– The Role and Mission of Young Women in the Democratic Nation
– A Spark Of Hope In The Darkness Of The System
Fransî:
– Les attentes de notre entourage ne doivent pas définir notre mode de vie.
-Les Violences à l’égard de femmes
Çand:
Coverage: Hope
Gedicht: Die Spinnerinnen
Gedicht: Ein Gedicht und ein Falke
Helbest: Hêvî
Spotify
(https://open.spotify.com/show/4MAkjW2oeBRtIKIWj4Uo6S)Kovara Xwebûn
Listen to Kovara Xwebûn on Spotify. Kovara Xwebûn Junge Frauen Zeitschrift Young Women Magazin