NAVENDA NUÇEYAN – Weşangeriya Ûmût, pirtûka Gerîlla Harbî ku demeke dirêj nehate çapkirin û di çapa destpêkê de hate qedexekirin, ji nû ve weşand. Gerîlla Harbî qala taktîkên şer ên gerîla dike, mînakên wê yên dîrokî vedibêje. Çapa xwe ya destpêkê sala 1967’an bi wergera helbestvan Can Yucel hate kirin û wêneyê bergê wê jî ji aliyê Îbrahîm Balaban ve hate amadekirin.
Di bultena danasîna pirtûkê de wiha tê gotin, “Ev pirtûk bi rengekî giştî radixe pêş çavan bê şerê gerîla çi ye, çi nîne, çawa destpê kiriye. Pirtûk ji aliyê helbestvan Can Yucel ve sala 1967’an li gel rîska girtinê hate amadekirin. Nivîskarên pirtûkê Mao Zedûng, Ernesto Che Gûevera, efserekî Emerîkî Samûel B. Grîffîth e û wêneyê bergê wê jî ji aliyê şagirtê helbestvanê mezin Îbrahîm Balaban ve hatiye amadekirin. Ev agahiyên li ser pirtûkê bi xwe nîşan dide ku pirtûkeke taybet li ber destê me ye.
Dema ku me pirtûk dît, ji bo ji nû ve çapkirina wê em ketin nava hewldanan. Dema me xwe gihand malbata Can Yucel û parêzerê parêzvanê mafan, me piştgirî ji wan wergirt. Can Yucel ji ber vê wergera xwe bi 15 salan hate mehkûmkirin û piştî girtina ji 3 salan di sala 1974’an de bi efûya giştî hate berdan. Li gel salên dûr û dirêj ên di ser re derbas bûn şerê gerîla hîn jî di rizgarkirina girseyên gel de xwedî rola xwe ye, lewma me biryar dan ku vê mîrateya hêja ya Can Yucel ji nû ve biweşînin.”