HELSÎNKÎ – Li paytexta Fîlandiya Helsînkî bi pêşengiya Tora Piştgiriya Kurdistanê, saziyên Fînî û NCDK ji bo pîrozkirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê Çalakî li darxistin.
Çalakvanên li Qada Senatîntorî li hev civiyan ber bi Kansalaîstoriyê meşiyan. Di meşê de bêyî navber dirûşmên li dijî êrîşên dagirkerî û faşîzma delwleta Tirk hatin berzkirin.
Di çalakiyê de ji bo piştgiriya şoreşa Rojava axaftin hatin kirin. Çalakî piştî axaftinan bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.