BEHDÎNAN – Karayilan wiha got: “Doktrîna me ya şer, doktrîna serkeftinê ye. Ev ne şerekî ku tenê ji bo girekî tê dayîn e. Ne tenê ji bo parastina Başûrê Kurdistanê ye jî. Dikarin bibêjin, çima naterikînin. Em bernadin, ji ber ku ji bo me girîng e. Ji bo hebûn û azadiya gelê me girîng e. Azadiya gelê herêmê girîng e û girêdayî vê yekê ye. Lewma ev şer ne tenê şerê Zapê ye; şerê ku em li hemberî dewleta Tirk dikin, şerê hebûn û tunebûnê ye û dewam dike. Wisa dixuyê ku di salên pêşiya me de jî, wê dewam bike. Tevî ku dijmin encam nagire û bi ser nakeve jî, israr dike.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan têkildarî tecrîdê, şerê di navbera dewleta Tirk û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, taktîka şerê gerîla û şerê li Xezeyê ji Stêrk TV re axivî.
Tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike. Dostên Kurdan li dijî tecrîdê kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ dan destpêkirin. Têkildarî kampanyayê hûn dixwazin çi bibêjin?
Bê guman pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku 10’ê Cotmehê li 74 navendan hate destpêkirin, gelek bi wate û girîng e. Li gelek cihên cîhanê dostên Kurdan xwedî li vê pêngavê derketin. Ne tenê ji bo mafên mirovan pêngaveke bi vî rengî pêş xistin, ji ber ku fikir û paradîgmaya Rêber Apo qebûl dikin û weke hêviyekê dibînin, xwedî li vê pêngavê derketin. Ev pêngav, ji bo me jî peyamek e. Destpêkê ez hemû dostên me yên ku di vê pêngavê de cih girtin, ked dane û îlan kirine bi rêzdarî silav dikim. Fikrên Rêber Apo tenê ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn nîne. Gelek kes paradîgmaya Rêber Apo li dijî kaosa sîstema modernîteya kapîtalîst û pirsgirêkên ku di cîhanê de ava kirî, weke çareserî qebûl dikin. Ev ji bo me jî serbilindî û kêfxweşiyek mezin e. Mînak gotinên yek ji fîlîzofên navdar ê cîhanê Slovaj Zîzek ên ku di derbarê Rêber Apo de gotine, mirov bi kelecan dike. Kampanyayek bi vî rengî ya dostên me yên biyanî helbet cihê kêfxweşiyê ye, lê li aliyê din jî ji bo me şerm e. Di asta ku tê xwestin de, em xwedî li Rêbertiya xwe dernakevin yan jî ji ber ku heta niha em ji mayîna Rêbertî ya li girtîgehê re nebûne bersiv, dostên me pêngaveke bi vî rengî dimeşînin. Divê em vê yekê ji bo xwe weke şerm û rexneyekê jî bibînin.
Bi taybetî 25 sal in Rêber Apo li dijî êşkenceya psîkolîk a li Îmraliyê, li ber xwe dide. Ev berxwedan ne berxwedanekî klasîk û ji rêzê ye. Berxwedaneke bîrdozî, felsefî û çandî ye. Yanî li Îmraliyê nasnameya Kurdê azad, nirxên demokrasî û azadiyê tê parastin. 25 sal in Rêber Apo bi biryardariyeke mezin, sekneke bi wate raber dike. Divê weke gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn em xwedî li wezîfeyên xwe yên li hemberî vê yekê derkevin. Em nikarin bibêjin ku heta niha me bi temamî wezîfeyên xwe aniye cih.
DIVÊ EM BI HEMÛ HÊZA XWE BEŞDARÎ VÊ PÊNGAVÊ BIBIN Û BI SER BIXÎNIN
Ev nêzî 32 meh in bi hincetên cuda têkîliya Rêber Apo bi cîhanê re bi temamî qut kirine. Ti kes bi ti rengî agahî jê nagire. Divê em jî li dijî vê yekê bikevin nava liv û tevgerê û bêdeng nemînin. Weke gel, civak, jin û ciwan û hemû gelê Kurd, divê em li her derê bikevin nava liv û tevgerê. Bi taybetî divê em vê pêngava ku ji aliyê dostên me ve hatî îlankirin, hîn xurttir û berfirehtir bikin û bi ser bixînin. Divê ev pêngav azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne. Azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê ye. Yanî azadiya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd jî ye. Lewma navê kampanyayê jî, di cih de ye. Lewma divê gelê Kurd, gelê Ereb, gelê Tirk, gelê Asûrî-Suryanî; yanî hemû gelên herêmê beşdarî vê pêngavê bibin. Azadiya Rêber Apo, wê bibe sedem ku li Rojhilata Navîn geşedanên nû çêbibin. Wê azadiya gelan pêk were û demokrasî were. Çawa ku fîlozof Zîzek dibêje, ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me jî ye. Divê em ji bo xwe vê kampanyayê bi rengekî xurt bimeşînin’, ev gotin ji bo me hemûyan derbasdar e. Divê em bi hemû hêza xwe beşdarî vê pêngavê bibin û bi ser bixînin.