NAVENDA NUÇEYAN – TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn wê 5’ê Mijdarê li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo Rêber APO çalakiyeke mezin li dar bixin. Stranbêj, wênesaz, şanoger û lîstikvanên govendên gelerî wê tevlî çalakiyê bibin. Çalakî wê 5’ê Mijdarê di navbera saetên 13.00 û 17.00’an de li Dom Katedaralî ya Kolnê dest pê bike.
Hozan Şemdîn têkildarî çalakiya mezin a ji bo azadiyaRêber APO ji ANF’ê re axivî. Hozan Şemdîn anî ziman ku ew ê weke stranbêj bi enstrumanên xwe li qada çalakiyê bin û got: “Hemû çalakger wê bi cil û bergên Kurdî tevlî çalakiyê bibin. Wê wênesaz jî bi tabloyên xwe beşdarî çalakiyê bibin. Em hemû gelê xwe vedixwînin çalakiya mezin a ji bo azadiya Rêber APO.“
Hozan Şemdîn diyar kir ku wê bi sedan endamên TEV-ÇAND’ê tevlî çalakiyê bibin. Di çalakiya ku wê çar saetan berdewam bike de stranên li ser Rêber APO û Kurdistanê werin gotin. Wê şano were lîstin û govendê gelerî yên Kurdistanê bên gerandin. Her wiha li ser şert û mercên Rêber APO agahî bên dayîn.
JI BO AZADIYA RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN KAMPANYAY ÇAND Û HUNERÊ
Der barê çalakiyê de jî TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn daxuyaniyek hevpar a nivîskî weşand û gotin: “Em piştgiriya Kampanya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka Kurd’ re dikin.”
Di daxuyaniya nivîskî de bal kişandin bi ser 10’ê Kanûnê û hate gotin: “Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan di 10’ê Kanûna 1948’an de li Neteweyên Yekbûyî hate qebûlkirin. Di 10’ê Kanûna 2023’yan de wê 75’emîn salvegera vê deklerasyonê be. Dewleta Tirk di sala 1949’an de ev danezan qebûl kir. Lê belê 75 sal in ji aliyê dewleta Tirk ve her roj bi awayekî sîstematîk mafên mirovan ên Kurdan tên desteserkirin û binpêkirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teorîsyen û rêberê fîlozofê Tevgera Azadiya Kurd e û 24 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tecrîda li ser Rêber Apo di esasê xwe de tecrîda li ser fikrên siyasî yên azadîxwaz û pêvajoya aştiyê ye. Tecrîd derqanûnî û îşkence ye. Bi armanca şikandina tecrîdê ‘Em dest bi Kampanya Çand û Hunerê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ dikin.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wêje, dîrok, muzîk û hunera Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve tên înkarkirin û qedexekirin û ev tişt hatin gotin: “Ev qirkirina çandî ye. Li ser gelê Kurd her cure tundiya mêtingeriyê tê meşandin û polîtîkayên asîmîlasyonê yên bêsînor tên meşandin. Ev sûc in. Em vê qirkirina çandî red dikin û ji bo dawî li vê yekê were em têdikoşin.”
TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn bi van gotinan dawî li daxuyaniya xwe ya nivîskî anîn: “Em weke hunermendên Kurdistanê tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Em ê bi hunera xwe beşdarî çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tên lidarxistin bibin.”