BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî dan:
“Herêma Serhedê;
- 30’ê Cotmehê di saet 17.40’an de bi taktîka kemînê li wesayîta zirxî ya tîpa Ejder ku ber bi qereqola Onûrtepe ya li herêma Tendûrekê ve diçû, hate xistin. Bi çekên ferdî û nîv otomatîk li wesayîta zirxî hate xistin. 6 dagirkerên ku di hundirê wesayîtê de hatin cezakirin û wesayît jî hate îmhakirin.
Herêma Zapê;
- 1’ê Mijdarê di saet 11.20 û 12.15’an de li 2 dronên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm hate xistin. Her du dron hatin îmhakirin.
Herêma Metînayê;
- 1’ê Mijdarê di saet 14.45’an de bi çekên giran mudaxeleyî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê hate kirin.
- 3’ê Mijdarê di saet 17.00’an de bi çekên giran mudaxeleyî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hate kirin.
Herêma Xakurkê;
- 2’ê Mijdarê di saet 10.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Kamuran hate xistin û derb li çeperekî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
- 3’ê Mijdarê di saet 22.30’an de mudaxeleyî helîkopterên ku xwestin dakevin Girê Şehîd Kamuran, hate kirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û bi dronên bombebarkirî pêk anîn;
- 1’ê Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- 1 û 2’ê Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê jî 4 caran bi gazên kîmyewî û 4 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- 1 û 2’ê Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 4 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
- 2 û 3’ê Mijdarê Qada Berexwedanê ya Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê 2 caran, qada Girê Zengil a herêma Garê 2 caran, qadên Golka û Gundê Dergelê yên herêma Metînayê 2 caran, qada Ava Lolanê ya herêma Metînayê 2 caran; bi giştî 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”