MEXMÛR – Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî a Mexmûrê di 20’ê Tîrmehê de ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bê şikandin, çalakiyek a nobetgirtinê dabûn destpêkirin. Ev çalakî bi koma 21’an û di roja 108’an de bi biryardariyek xurt berdewam dike. Di 22’yê Cotmehê de gelê Mexmûrê jî bi daxûyaneyekî ragihandin ku ew jî tevlî pêngava ′Ji Rêber Apo re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseri′ yê bûn.
Beriya ku merasîma dewirgirtinê were kirin, bi kombûna çalakvanan û xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan deqeyek rêz ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 21’emîn Sultan Yildiztan axivî.
Şêniyên Mexmûrê ku ev 108 rojin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiya nobetê de ne, banga xurtkirina çalakiyan kirin.
Sultan Yildiztan di destpêka axaftinên xwe de diyar kir ku azadiya Rêbertî azadiya tevahî mirovahiyê ye û wiha got: “Eger Rêber Apo azad bibe wê hemû pirsgirêkên di nava dewleta Tirkiyê de çareser bibe. Lê çiqasî deng bilind dibe dewleta faşîst jî ewqasî tecrîdê li ser Rêbertiya me girantir dike. Em hemû kesên ku îro ji bo Rêbertî ketine çalakiyan silav dikin, ji bo em bikaribin Rêbertiya xwe azad bikin divê em li her çar aliyê Kurdistanê û Ewropa destê xwe bidin hev û alikariya hev bikin. Em di wê hêviyê dene ku emê bi vê berxwedana xwe ya xwedîderketina li Rêber Apo bigihînin encamek baş ku em Rêbertiya xwe bi fîzîkî di nava xwe de bibîbinin.”
Piştî axaftina Sultan Yildistan merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Bê Serok jiyan nabe’ çalakî dewrî koma Xwêndevanên wargeha Şehîd Rustem Cûdî hat kirin.