REQA – Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê têkildarî sûcên jina ên li cîhanê bi tayberî jî yên li Îranê daxuyaniyek dan gotin: “Em hemû tundiya li dijî jinan şermezar dikin.” Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê li Stada Beledî ya Reqayê têkildarî sûcên tundiyê yên li dijî jinan daxuyaniyek da.
Endama Nivîsgeha Jinên Ciwan a Komîteya Ciwan û Werzîşê Ibtîhal El Xelef daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de yekitiyê helwesta xwe li hember tundiya polîsên Îranê yên li jinan nîşan dan û gotin:
“Em hemû tundiya li dijî jinan şermezar dikin.”
Jinan diyar kirin ku tenê Rêber Apo bi fikr û felsefeya xwe û projeya neteweya demokratîk azadiya jinan parast û gotin:
“Bi saya fikrê Rêber APO şoreşa jinan bû şoreşeke cîhanî.”
Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê destnîşan kirin ku ew ê têkoşîna azadiya jina dewam bikin û bi ser bixînin.