PARÎS – Konferansa Yekemîn a Ciwanên Cîhanê bi awayekî fermî destpêkir. 300 delegeyên ciwan ji 60 welatan di axaftina vekirinê de hatin silav kirin: ‘Di roja me ya îro de ku li cîhanê kaos, şer û qeyran heye, yên ku dikarin ber bi cîhanekê azad ve bimeşin û pêşengtiyê bikin ciwan in.’ Konferans bi deqeyekî rêzgirtinê ji bo tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê li hemû cîhanê destpêkir. Ji derveyî salona konferansê standekê pirtûk û kovaran hate vekirin, her wiha pêşengeh li ser gellek mijaran û maseyekê bîranîna şehîdan hatin vekirin.
‘Jibîrkirina xiyanet e’ – Zindîhiştina dîroka berxwedanê
Konferansa me ya Ciwanên Cîhanê li ser esasê naskirina hev û girêdana hev hate rêxistinkirin. Dema ji çar aliyên cîhanê ve em tên gel hev, em dibînin ku em di vê têkoşînê de ne bi tenê ne. Di konferansê de em her wiha portreyên şehîdên şoreşê ji welatên cuda cuda, ji tevgerên cuda cuda di çarçoveya pêşengehekê ji aliyê komîteya amadekar ve hate çêkirin de nasdikin û derbare jiyana wan de fêrdibin. Şopên ji pêşengên têkoşîna azadiyê ku cane xwe di oxira dozê de fedakirin.
Em cihekê wiha çima di vê konferansê de vedikin? Em çima paşerojê evqas bibîrbînin, ruxme ku hedefa me avakirina pêşerojê ye?
Em di vê baweriyê de ne ku dema bê, dema niha û dema borî bi her awayî bi hev re girêdayî ne. Ji bo ku dema niha bê fêmkirin û gavên rast ji bo dema bê karibin werin avêtin naskirin, hîskirin û zanebûna dema borî girînge û şert e jî. Divê em di ferqa koka xwe de bin, em bizanin em xwedî mîrasekê çawa ne.
Têkoşîna azadiya jinê di roja me ya îro de nikare were fêmkirin heger zanebûna qirkirina jin-cadûyan nebe. Bê fêmkirina têkoşînên sosyalîst û dij-mêtingeriyê di van 200 salên dawî de em îro nikarin behsa enternasyonalîzmê bikin. Dibe ku gellek ji van tevgeran di encamê de têkçûn yan ji rê derketibin, lê di dîroka wan de tecrubeyên girîng, dersên pêwîst ji bo me hene û di oxira wan de bi milyonan ciwan canê xwe dan têkoşînê. Yên ku cane xwe di oxira rizgariya mirovahiyê de fedakirin divê em tu carî jibîr nekin, em wan bidin jiyankirin û xewn û xeyalên wan ên nîvçe mayî em bigihînin serkeftinê.
Bi taybetî di 50 salên dawî nava civakên rojavayî de qutbûnekê ji rastiya jiyan û mirinê heye. Ji ber ku ji jiyanê xerîb bûye, ji mirinê jî xerîb bûye. Lê ya ku di rastiya têkoşînê de ji nûve tê afirandin têkiliya rast a bi jiyanê re ye û ji ber vê jî lêxwedîderketinekê rast li rastiya mirinê ye. Yê ku berdewamiya têkoşîn û jiyanê avakiriye şehîd in, ji ber vê jî em dibêjin şehîd namirin. Şehîd, dema em li ser şopa wan bimeşin û xewn û xeyalên wan bikin xewn û xeyalên xwe bi rastî jî namirin, lê di me de, di dozê de, di têkoşînê de dijîn.
Heger em bizanibin ku em li ser zemîna têkoşînekê bêdawî ya azadiyê disekinin, ku di hemû dîrokê de bi şêwaz û şeklên cuda cuda hate meşandin, ji aliyê milyonan ve li çar aliyên cîhanê ve hate pêşxistin, vê demê em ê bizanin ku zemîna me ji ya pergalê xurtire, koka me ji ya desthilatdaran kûrtir diçe û hêz û quweta me jî li gorî vê zêdetir e.
Meşeleya azadiyê di dûrahiya dîrokê de tu carî netefiya û îro em in ku xwedî vê berpirsyartiyê ne, meşa bi heybet ya vê meşeleyî bi ronahiya ku şehîd didin berdewam bikin û bigihînin serkeftinê.
Di panela roja yekem a konferansê de ji çar parzemînan me guhdarî nirxandin û analîzên heyî kir. Di derbare geşêdanên navnetewî di çarçoveya rastiyên xwecihî de û derbare tecrubeyên têkoşînê li hemberî rejîmên faşîst û modernîteya kapîtalîst nirxandin û dahûrandin hatin pêşkêşkirin.
Di serî de ciwanên Arjantîn ji tevgera Poder Popular di derbare rewşa burjuvaziya siyasî li Arjantînê ku di navbera hikumetên lîberal û pêşverû de diçin û tên de axivîn. Ev rewş esas krîzekê temsîliyetê îfade dike ku di tevahiya parzemînê de tê jiyankirin. Heger encamên pandemiyê û qeyrana giran a aboriyê, her wiha girêdanbûnekê zêde bi sanal medya re li ser were zêde kirin, ev civakekê herî ferdperest avakiriye. Nûnera axaftvan ji Arjantînê piştî vê derbare tevgera femînîst ‘Ni Una Menos’ axivî û rola ku di nîşandayîna hêza ciwanan di avakirina tevgerekê siyasî a gelerî de leyistiye.
‘Dîroka tevgerên şoreşger ên herêma me, mîna yê Kuba û Nîkaragua, û berxwedana nifşên beriya me li hemberî dîktatoriyên ku ji aliyê DYE ve hatibûn piştgirîkirin ji me re îlham in û îspat dikin têkoşîna ji bo cîhanekê nû mumkine û berpirsyartiya me ye jî.’
Di axaftina nûnerê Ciwanên Kurd ji Rojhilata Navîn de balkişand li ser berdewamiya alozî, qeyran, berxwedan û têkoşînê li Rojhilata Navînê. Aloziya li vê herêmê temsîliyeta pevçûna di navbera modernîteya kapîtalîst û hêzên demokratîk dike. Hêzên kapîtalîst hertim sedem ji xwe re peydakirin da ku pêkanîna berjewendiyên xwe yên leşkerî û siyasî karibin rewa nîşan bidin, mîna dema mudexeleya leşkerî ya DYE li ser Iraq û Afxanistanê, yan jî weke îro di qirkirina li Filistînê tê jiyankirin de tê dîtin. Lê em ê tu carî piştgiriya şerên ku li ser navê yekdestdarên netew-dewletê tên meşandin nekin. Di axaftina xwe de nûnerê Ciwanên Kurd li ser rewşa li Filistînê wiha pêda çû: ‘Bi hezaran hevalên me îro di nava zindanan de ne, bi hezaran hevalên me li beramberî rejîmên herî zilmkar berxwedanekê mezin didin meşandin, ji ber vê em rewşa gelê Filistînê têda baş fêmdikin. Em tu carî nabin alîgirê hêzên ku ji bo berjewendiyên xwe yên faşîst û netewperest şer li ser civakê ferzdikine.’
Di nirxandina xwe de wiha berdewam kir: ‘Îro li tevahî bajaran, zindanan û di çiya de gelê me li hemberî faşîzma Tirkiye berxwedide. Ev faşîzmekê wiha ye ku xwe dispêre dîrok û aloziyekê hezar salî. Li Filistînê jî însan beramberî pergalekê faşîst ku bi awayekî pergalî êrîşî ciwanan dike têkoşîn dikin. (…) Îro dixwazin dixwazin fikir, felsefe û bandora Rêber APO tasfiye bikin, dixwazin rastiya têkoşînê ku avakiriye tunebikin, da ku ji nifşên nû re bibêjin sosyalîzm mahkumê binkeftinê ye. Ji ber vê evqas êrîşî Rêber APO dikin, ji ber vê evqas êrîşî me dikin. Ji îdeolojiya me, ji fikrên me, ji kombûna me li vir ditirsin.’
Di berdewama panelê de nûnera rêxistina Anakbayan ji parzemîna Asya, ji welatê Filipîn di derbare têkoşîna li dijî pergala neo-kolonyal û nîv-feudal ku ji milekî ve emperyalîzma DYE, ji milekî din ve jî Çîn li ser civaka Filipîn ferz dikin de nirxandin kir. Girêdabûnekê kûr di navbera hikumetê û DYE’yê de heye, ku xwe dispêre hîn demên berê yên mêtingehkirina Pasîfîkê.
Dibêje: ‘Divê em têkoşîna gel pêşbixînin û xwe bigihînin hemû beşên civaka xwe. Bi têkoşînêkê wiha re em ê karibin cîhanekê nû avabikin ku ji aliyê gel ve were birêvebirin, bê politîkayên neo-lîberal û serweriya leşkerî-siyasî ya emperyalîstan.’ Herî dawî jî nûnerê rêxistina UACDDD ji Malî/Afrîka di derbare rewşa welatê xwe û parzemîna xwe nirxandinên girîng pêşxist. Li ser pirsgirêkên di welatê xwe de hin analîzan kir. Bi taybetî piştî qeyrana aborî ya 2018’an, her wiha girêdayî guhertinên av-hewayê zûhabûna axê, talankirin û desteserkirina axê (zêdetirî 1 milyar hectar) ji bo çandiniyên yek-tîp ên desthilatdarên yekdestdar û kanayên zêr, her wiha koçberî û nêçîrvaniya îlegal ji bo tîcaretê zêdebûne.
Nûnerê ji Malî wiha di nirxandina xwe de berdewam kir: ‘Gellek mal û gund ji bo talana axa me hatin hilweşandin. Malbat û gel ji warê xwe bi zorê hatin derxistin. Ev ne nû ye, ji 1993’an ve berdewam dike. Di têkoşîna ji bo edaleta axê em li dijî desteserkirina axê, ji bo mafê hebûna malekî û axekê ji her kesî re, ji bo avakirina cihên jiyana civakî û ewlehiya jiyana gel, ji bo parastina jîngehê têkoşînê dikin. Dewlet nikare bibe xwediyê axê, ax û jiyana gel yek in û nabe ji hev bên parçekirin. Ev têkoşîna me bi taybetî ji aliyê jin û ciwanan ve tê pêşxistin.’
Di vê panela yekem a konferansa me de bi giştî rewşa çar aliyên cîhanê çawa ye û pêwistiyên têkoşînê çawa hene pir bi zelalî derket pêş. Hemû beşdarvanên panelê diyarkirin ku hêzên netewdewlet û emperyalîst mîna DYE, Tirkiye, Çîn, Îsrael, hwd. rewşekê tijî pirsgirêk û nakokiyan diafirînin. Nikarin qeyrana ku hemû civakên me jê bandor dibin veşêrin, nikarin çareserbikin jî û ji bo vê kiryarên zordestî û qirkirinê li hemberî her şêwazekê berxwedêr pêktînin. Ji ber vê axaftvanên panelê balkişandin ser pêwistiya pêşxistina têkoşînekê antî-faşîst bi hemû hêz û rê û rêbazên ber dest: Berpirsyartiya ciwanan e ku civak û jiyanekê demokratîk û azad avabikin. Ji bo vê pêwiste em li gorî fikrekê azad, bi îradeya xwe ya azad jiyan bikin, berxwebidin û hewildanên pergalê ji bo bêhişkirina ciwanan û bikaranîna ciwanan valaderxînin.
Ciwan û pirsgirêka ekolojî
‘Pergala kapîtalîst ji me re dibêje çareseriyekê qeyrana ekolojiyê nîne. Divê em şêwazê jiyana xwe û nêzikatiyên xerçkirinê lêpirsîn bikin. Pêwîste em tarzekê nû ya jiyanê pêşbixînin, mîna netewa yekemîn.’
Komxebata ‘Ciwan û pirsgirêka ekolojî’ îro bi vekirina mijarê li ser rola ciwanan di têkoşîna ekolojîk de hate lidarxistin.
Juan Pablo delegeyekê ji gelê Yukba (herêmekê li Kolombiya) ye, lê di surgunê li Parîsê de jiyan dike. Bi nêrîna wî divê gotûbêja li ser qeyrana av-hewayê hîn zêdetir bi awayekî ne-navendî bê pêşxistin. Di bingeha vê qeyranê de kolonyalîzm, pergala kapîtalîst heye. Pêwîste were pirsîn, heger îro tenê cihên weke Afrîka û Abya Yala di bin bandora vê qeyranê de mabana, gelo evqas dibû mijara nîqaşê roja me ya îro de? Heger civakên ewrupî evqasa bandora felaketa ekolojîk hîsnekiribana, gelo di cîhanê de wê bibûya rojevek sereke mîna niha?
Di vê çarçoveyê de Pablo şêwazê meyzekirina qeyrana av-hewayê û pirsgirêka ekolojîk ji aliyê ferasetekê rojavayî rexnekir. Lêmeyzekirinekê pirsgirêkên cîhanê tenê bi çavekê rojavayî tê wateya înkarkirina talankariya mêtingeriyê, ku çavkaniya felaketa ekoloji ye, her wiha çavkaniya dewlemendbûna Ewrupa ye jî. Qeyrana ekolojiyê li gorî nirxandina Pablo encamekê yekser ya talana ax û jiyanê ye, encama kolekirina gelan ji aliyê pergala kapîtalîst e. Pêwîste di vê çarçoveyê de qeyrana av-hewayê di çarçoveyekê pergalî de bê destgirtin û tenê bi mijara qirêjkirina hewayê bi riya CO2 neyê sînrodarkirin. ‘Kengî em bingeha qeyrana ekolojiyê di çarçoveya 5000 salên desthilatdari û mêtingeriyê de fêmbikin, em ê karibin şoreşê pêkbînin.’ Ji ber vê jî Pablo diyarkir ku pêwîste em ji bo şoreşekê cîhanî têkoşînê bikin: ‘Têkoşîna şoreşgerî sînoran nasnake û dema wê jî niha ye!’
Axaftvanekê din ya komxebata ‘Ciwan û pirsgirêka ekolojî’ Esther e. Esther di nava tevgera Nantes En Communes li Fransa dijî talankirina çavkaniyên xwezayî têkoşînê dike. Di serî de Esther nirxand ku ciwanên li bajaran dijîn ji xwezayê qutbûne û ji xwezayê xerîb ketine. Her wiha Esther balkişand li ser desteserkirina axê li deverên başurê cîhanê ji aliyê şîrketên mezin ên navnetewî, yekdestdar û kapîtalîst ve û diyarkir divê ew li Ewrupa jî li dijî vê rastiyê derkevin. Esther diyarkir ku divê em xwe hîn zêdetir bi rêxistin bikin û bi hêza xwe ya cewherî têkoşînê bikin, ji ber ku di demên derbasbûyî de tecrubeyên tevgerên ekolojîk îspatkir mirov ji dewlet û hikumetan tiştek bixwaze encam nagire.
Merlan endamê rêxistina PEPS’ê ye, kombûnekê itîfaqê ye ku li Fransa li ser bingeha nêrînên Bookchin û Abdullah Öcalanê dixwaze ekolojiyekê civakî pêşbixîne. Di komxebatê de Merlan got: ‘Em nikarin pirsgirêkên civakî û prisgirêkên ekolojîk ji hev qut bigirin dest. Ew hemû encama kapîtalîzmê ne.’
Di nîqaşa komxebatê de nûnerên ji deverên cûr bi cûr ên cîhanê tecrubeyên xwe yên têkoşînê parvekirin. Delegeyên ji tevgera gelê xwecihî yê Brazîl hatin behsa rastiya mêtingeriyê li welatê xwe kirin. Li Brazîl pergalekê wiha yê qetil, bi taybet di çarçoveya endustriya çandiniyê hîn jî berdewam dike û êrîşî gelên li ser axa xwe dijîn dike. ‘Berxwedana me çavkaniya xwe ji nifşên me yên berê digire. Mîrasa me bê dawî ye û ji ber vê jî wê berxwedana me tu carî neqede.’ Ew balkişandin ser pêwistiya perspektîfekê antî-kolonyalîst di mijara qeyrana av-hewayê de û gotin: ‘Dema ku ewrupiyan hatin axa me ji me dizîn, welatê me ji me dizîn, vê demê li gel me jî qeyrana ekolojiyê destpêkir. Ew daristanên me hilweşandin, çemên me qirêj û jehrî kirin û welatê me, jiyana me ji me dizîn.’ Di axaftina xwe de bi zimanê xwe yê dayîkê jî sozdan têkoşîna xwe heya dawî berdewam bikin: ‘Em 4% ji nifûsa Brazîl in, lê em 90% ji dewlemendbûna xwezaya Brazîlê diparêzin. Li welatê xwe çareserî em bi xwe ne û em ê axa xwe mîna jiyana xwe jî biparêzin.’
Nûnerekê din ji tevgera ciwanên Kurd behsa analîzên Abdullah Öcalan derbare jiyan û ciavaka xwezayê kir û di vê çarçoveyê de talana xwezayê bi şîddeta li jinê re girêda, ji ber ku herdu jî encama zihniyeta zilamê desthilatdar in.
Nûnerê ji Malî/Afrîka beşdarî konferansê bûye jî di dawiya komxebatê de got: ‘Weke ciwan em dixwazin jiyanê û meyzekirina xwe ji bo xwezayê biguherînin. Em ne ji derve ve dixwazin xwezayê biparêzin, em bi xwe xwezayê ne û ji ber vê em xwe diparêzin. Di roja me ya îro de dewlet di derbare jiyana me de biryar digire, lê dema wê hatiye em rabin ser xwe û pêşeroja xwe bi xwe diyarbikin.’