QAMIŞLO – Malbata Şiblî yek ji malbatên welatparêz ên li bajarê Dêrikê ye ku bi malbata şehîdan tê naskirin. Kurê malbatê yê bi navê Şiblî Şiblî sala 1990′î di berxwedana li Heftanînê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Elî Şiblî jî sala 1992′yan li çiyayê Agirî şehîd bû. Şaha Seîd Şiblî sala 2004′an li herêmê Xinêrê ya li çiyayên Kurdistanê, Îsam Şiblî sala 2015′an li Şengalê, Ferhad Şiblî (Ferhad Dêrik) sala 2022′yan li bajarê Silêmaniyê û fermandarê QSD′ê Ferhad Dêrik (Şiblî Şiblî) sala 2023′yan li Dêrikê şehîd bûn. Her ku yek ji malbata Şiblî şehîd dibû, yên din çeka şehîd li erdê nedihişt û ji bo parastina xak û gelê xwe têk koşiya.
JI ŞIBLÎ YÊ LI ÇIYAYÊ KURDISTANÊ HETA ŞIBLÎ YÊ LI ROJAVA
Ji Şiblî Şiblî yê berxwedêr li çiyayê Kurdistanê heta Şiblî Şiblî yê li Rojava, malbata Şiblî di hemû şert û mercan de soza ya têkoşînê berdewam kir û di oxira parastina gel û welat de berdêlên giranbuha dan. Fermandarê QSD′ê Ferhad Dêrik (Şiblî Şiblî) 1′ê Çileya 1995′an jidayik bû, birayekî wê yê çêwî bi navê Ferhad (Elî) û du xwişkên wî hene. Şiblî û Elî ku kurên mezin ên malbatê ne, navên du apên xwe yên şehîd (Şiblî û Elî) rakirin.
Şiblî di nava malbateke welatparêz de mezin bû ku ji zarokatiya xwe ve Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kiriye.
Şiblî Şiblî xwendina xwe ya seretayî û navîn li dibistanên bajarê Dêrikê qedandin. Di sala 2006′an de tevî birayê xwe Elî û pismanê xwe Hesan Şiblî tev li refên Tevgera Ciwanên Şoreşger dibin. Malbata Şilî di sala 2008′an de, ji ber rewşa debarê ya zehmet neçar dimîne ku berî bide Şamê û li wir kar bike. Li Şamê jî Şiblî çalakiyên xwe di nava ciwanên Kurd de berdewam dike.
Malbata Şiblî di sala 2011′an ji Şamê vedigere Dêrikê û bi destpêka Şoreşa Rojava re tev li refên şoreşê dide. Şiblî mîsyona parastina gel, tax û bajar pêk tîne. Her wiha roleke girîng di avakirina komên leşkerî yên parastinê de dilîze. Şiblî cihê xwe di nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de girt û wezîfeya rêvebirina nivîsgeha têkiliyên leşkerî bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re ya Dêrazorê kir.
Şehîd Şiblî Şiblî an ku Ferhad Dêrik beşdarî tevahî pêngavên leşkerî yên li dijî DAIŞ′ê wekî Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçer û Til Hemîs bû. Her wiha cihê xwe di vekirina kerîdoreke mirovî navbera Şengal û Rojavd de girt. Dîsa jî li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de şer kir. Şiblî ji bo pêkanîna amancên şoreşê bi şev û bi roj dixebitî.
Şiblî di rêwitiya xwe ya berxwedanê ya di nava YPG′ê de, li gel birayê xwe Elî (Ferhad) şer kir. Ji pêngavên ku ew û birayê xwe tev lê bibûn, başûrê navçeya Girkê Legê û Çilaxa ya sala 2013′an bû. Birayê wî Elî di sala 2014′an de şehîd bû. Şehîd Şiblî di şer de bi cesaret, hêz û zîrekbûna xwe dihat naskirin, fêrî tevahî taktîkên şerê bû, her wiha gelek perwerdeyên leşkerî dîtin da ku pisporiya şer û rêvebirina ligel xwe pêş bixe.
Dewleta Tirk a dagirker gelek caran hewl da Şiblî qetil bikin. Di Tîrmeha 2022′yan de dema ku beşdarî merasîmê şehîdan li Goristana Şehîd Xebat Dêrikê bûbû, dewleta Tirk bi dronekî erebeya wî bombebaran kir.
WESIYETA ŞEHÎD BI CIH ANÎ
Şiblî Şiblî sala 2014′an zewicî û 2 keç û kurekî wî hene. Hevjîna wî Evîn Murad Ebdo diyar kir ku Şiblî tevî hemû mercên zehmet û tevî ku gelek caran birîndar bû, lê xebata xwe berdewam kir. Evîn Ebdo bi bîr xist ku beriya salekê dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov Şiblî li ser rêya Goristana Şehîd Xebat Dêrik kir hedef û got: “Dema min pirsa westandinê jê dikir, digot ′Berxwedana min ji bo zarokên me, ji bo gel û hevalên me ye. Her tim digot, ′zarokên min ji zarokên hevalên min ne çêtir in, divê ez li cem hevalên xwe bin′. Şiblî bi xurtî bi karê xwe û welatê xwe ve girêdayî bû. Ji bilî welat bi tiştekî din nedifikirî û di rêwîtiya xwe ya têkoşînê de tevahî enerjiya xwe bi kar dianî. Rojekê nedigot ez westiyame.”
Evîn bal kişand ser têkiliyên şehîd bi malbata xwe û xelkê Dêrikê re û got: “Ji her kesî hez dikir û bêyî cudabûn alîkarî dida her kesî. Ruxmî ku rewşa me ya aborî ne baş bû lê rojekê ji bo mala û malbata xwe çavtengî nekir. Dixwest malek ji bo zarokên wî hebe, dema bi keda xwe mal ava kir, hat bombebarankirin û mal nehat avakirin.′′
Ferhad Dêrik (Şiblî Şiblî) 27′ê Cotmeha li Dêrikê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser mala wî de şehîd bû.
Li ser westiya şehîd Şiblî, Evîn Ebdo di merasîmê wî de cilê leşkerî yê ku şehîd diyarî wê kiribû, li xwe kir û cenazeyê wî hilgirt. Evîn anî ziman ku wê xwest vê nameyê bide dewleta Tirk a dagirker “Em ê şopdarên xeta şehîdên xwe bin. Bi hedefkirina Şiblî û hevalên wî dê nikaribe têkoşîna me ya azadiyê asteng bike. Me şerê tu kesî nekiriye. Lê em xwe û gelê xwe diparêzin, armanca şehîd Şiblî jî ev bû.”
Evîn Ebdo soza şopandina xeta şehîd Şiblî Şiblî da û wiha dom da axaftina xwe: “Hevalên şehîd Şiblî dê armancên wî pêk bînin. Wekî min di merasîm de ji hevalên wî re gotiye, werin destê xwe bixin destê Şilî yê birîndar hûn hevalên wî ne.”
ŞÎRÊ WELATPARÊZIYÊ VEXWARIYÊ
Dayika şehîd Şiblî û Îsam, Şêrîn anî ziman ku Şiblî ji zarokatiya xwe ve şîrê welatparêziyê vexwariyê û bêyî ku biweste kedeke mezin da û wiha pê de çû: “Dema ku fermandar şehîd Xebat Dêrik YPG′ê bi rêxistin dikir, şehîd Elî û Şiblî xwestin pê re kar bikin. Min ji wan re got, hûn di nava hewaya welatparêziyê û hezkirina welat de mezin bûne, ji bo vê yekê hûn çi dikin bikin. Bi rastî her du yan ji bo xizmeta şoreşê çi dihat xwestin kirin.”
Şêrên destnîşan kir ku Şiblî 3 caran birîndar bû, lê dîsa jî bi israr karê xwe berdewam dikir û her tim digot: “Birayê min şehîd e, ez nikarim rûnêm, divê ez soza ku daye wî û tevahî şehîdan û malbat û hevalên xwe bi cih bînim.”
Dayika şehîd Elî û Şiblî anî ziman ku wekî malbata Şiblî dê soza xwe bi Rêber Abdullah Ocalan re bi cih bînin û têkoşîn û berxwedanê berdewam bikin.