ŞEHBA – Di bin dirûşmeya “DÎWARÊ ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN, CENGA AZADIYÊ SER BIXIN” de tevgera ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên ciwan civînek li Şehbayê li dar xistin.
Li sala AXÎN a navçeya Fafînê ya Şehbayê tevgera ciwanên şoreşger û yekîtîya jinên ciwan civîneke girseyî ji ciwanan re lidar xistin, civînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtin hate girtin, civînê di derbarê pêngava Cenga azadiyê ser bixin û ji bo azadiya rêber APO nirxandin hatin kirin.
Civînê bi guftûgoyên girseyî dewam kir, her wiha pêşniyar û nêrîn ji bo mezinkirina pêngava dîwarê Îmralîyê hilweşîn cenga azadiyê ser bixin, hatin kirin.