NAVENDA NÛÇEYAN – Em dikarin ji bo malbatê jî çavderiyên berfirehtir bikin. Li cem me mirov dikare gelek aliyên malbatê rexne bike. Ji malbatê zêdetir, tişta li Kurdistanê tê jiyîn drame. Malbata ku li cem me gengeşe ye, sêkuça fêlbaziya ku fikir tê binaxkirin, vîn dibe texteya çêkirin û xirabkirinê, mirovên me tên perçekirin û belavkirinê ye. Lewra saziya ku divê pêşî bi şoreşger be malbatê em digirin dest. Divê şoreşgerek peywira xwe ya di vê mijarê de jidil bigire dest. Em nikarin vê têkîliya malbata paşverû ya mirov tenezil nake weke pirsgirêkek şahnaziyek hêsan bigirin û binirxînin. Em ne berpirsê vê têkîliyê ne, lê belê berpirsyariya me ya şoreşgerkirinê heye. Mirov dikare behsa gelek xalên din ên malbatperestiyê bike. Camêrê malbata xwe ava kirî dibêje; “Min cîhan rizgar kiriye” û xwe ji nav vedikişîne. Lewma em dibêjin ev têkîliyek pir xeternake û sazîbûna netewî û civakî asteng dike.
Gelo xwe sipartina malbata biçûk ve dikare çi bê rizgarkirin? Tê zanîn ku keç û xortên mêrxas ên ciwan pênc-deh salan bi xeyalê dê malê saz bikin kar dikin û dijîn. Bi hêviya ku me saz kir, em ê saz bikin, tê sazkirin û paşê jî dê çawa debara wê bikin dikeve rojevê. Deriyên koçberiya ber bi Ewrûpa ve vedibin. Ev jî pêncdeh sal bi çêkirina malê û dîtina kar ve derbas dibe. Peyre jiyanek bi pîrbûn û mirinê ve xilas dibe tê jiyîn. Ango ji zayînê heta mirinê roja ku li derdora wê tê zivirandin, weke mohrek tarîtiyê bi ecnam dibe. Elbet ev şêwaza felsefe û nêzîkbûnek şaşe. Jin û zilamê her tiştî jixweberbûnê re dihêle û tiştek wan ne ewle ye, li cem me helwestên pir şaş raber dikin. Tevî ku evqas rewşên ku gef li pêwendiyan dixwin hene, tiştek ku ev zilam rizgar bike tine ye. Ger hûn hinekê pratîka xwe berçav bigirin, hûn ê bibînin ku rewşa we wisa ye. Ji bo hilberandinê amûrên hilberînê tine ne. Dê perwerde û çandê li kur peyda bike? Ev hemû hatine desteserkirin. Li pey tenê xurbet dimîne. Jixwe li cem me sedema pêşketina xurbetiyê jî ji ber vê sedemê ye.
Ciwanên me bendewariyên wan ên “dê pêşeroja me çibe” heye.
Em di bin navê rizgarkirina malbatê de her cure fedekariyê dikin. Ger fedekariyên ji bo malbatê hatine kirin, ji boşoreşê hatiban kirin, dê hem sed qetî malbat bilind bibûya, hem jî welatê me ji mêjve rizgar bibû. Xapandin ewqasî dijwar û hewldan ewqas vala diçin ku, qaşo ji bo rizgarkirina namûs û malbatê temenek tê tinekirin. Li cem me ne tenê rizgarkirina malbatê, ji bo rizgarkirina binemalê her tişt berçav tê girtin, heta mirinê jî diçe. Em ji gengeşe û şerê herî hêsan ê li Kurdistanê bigirin, heta pirsgirêka xerîbiyê û komek bûhranên derûnî, hema hema hemû jî weke berdewamiya pirsgirêka malbatê derdikeve beramberî me. Dibe ku gelek heval nexwazin nêzî vê pirsgirêka evqasî hevlîhevbûyî û di nava bêçaretiyê de tê girtin bibe yan jî ji vê biterse. Lê tişta herî zêde me tengav dike, çareserkirina vê pirsgirêka ku zerarên cidî dide pêşketinên civakî û netewî, yek ji erkên me yên şoreşgerî ye. Em ê ji hewldana evqasî temenê mirov diqedîne û vala bikar tîne rawestînin. Mêtîngeriyê piştî 12‟ê Îlonê nîşaneya “xwedî li zarokên xwe derbikevin” bikar anî.
Amûr, alav, dezgeh, qurs û hw pêşkêşî her malbatê kirin û hewl dan ji nû ve ava bikin. Tişta ku mêtîngeriyê jî xwest bi vê bike, astengkirina şoreşê bû. Bi koman ciwanên me bendewariyên wan ên “dê pêşeroja me çibe” heye. Di bingeha vê siberojê de zewacek çawa yan jî mijara sazkirina saziyek malbatê heye. Ji ciwanên li qehwexaneyan kom dibin heta keçên ciwan ên li malê, bendewariya hemûyan heye. Ger em bipejirînin ev bendewarî pêk jî hatine, bingeha malbatê ya madî tine ye. Rewşa li Rojava û Welatên Sowyetê ev rewş bi zagonan ewle kirine. Zagonên li welatê me jî, di asta ku li ser alema lawiran bê sepandine. Wê demê ev bendewariyên ku 20 salên ciwantiyê yên herî berhemdar dorpêç dike pir xeternakin. Enerjî û hewldan vala diçe. Ji borizgarkirina salekê 6 mehan dikevin li ser rêya Edenê, paşê Stenbolê û niha jî Almanya. Wisa jî rihê mirovan derdikeve. Paşê di carekê de dibîne ku malbat çiqas paşketî ye û red dike. Encama ku derdikeve holê jî, her cure pirsgirêkên civakî digihin asta herî jor.
Îro dijmin pirsgirêkên netewî û civakî ya paşvertûtiya malbatê birêxistin dike
Weke tê fêmkirin çavkaniyek girîng a pirsgirêkên netewî û civakî paşverûtiya malbatê ye. Ev ne tenê rewşek objektîfe. Îro dijmin vê birêxistin dike, hewl dide malbata her hevalekê bi şêweyekê birêxistin bike. Ger endamek malbatê li cem me be, dijmin jî hewl dide endamê din bigire. Di roja me de malbat bûye çemka şoreş û dij-şoreşê ya xeternak. Divê em jî hemû hêmanên siyasî û civakî yên di vê zemîna têkoşînê de bibînin. Nexasim divê zêde bawerî bi nêvenga malbatê ya xwedî têkîliyên dij-şoreşa xeter nebe. Nêzîkbûnek rexneger û têkoşerî hewce dike. Bi cewherî mijara pirsgirêkê ev e. Encama ku em jî di vir de dixwazin bidest bixin, girêdana vê bi azadiya jinê ve çêkirine. Bes dema jin tê gotin, tişta tê bîra me mal bate. Gelo jinek dervî malê û ji malbatê cuda tê hizirîn? Li cem me jina dervî malê tê wateya tawanbarî. Bi çavek jirêderkî li jinên wisa tê nêrîn. Jinek ji malê derxistin û anîna refên partî ji bo her hêmanekî bûyerek mezine. Wê demê li Kurdistanê tevgera jinê ya azad qet tine ye. Ev rewşa li mala dê û bav, li mala mêr hîn xirabtire. Tevgera jinê ya di refên civakî de, bi qasî em bêjin tine ye kême. Nexwe dê çareseriya vê çibe? Tişta ku herî zêde divê şoreş xwe bispêriyê, lê giranî û girîngiya vê pirsgirêka ji ber neyêniyan diherike li holê ye.
Çeka herî bihêz, çeka partî ye
Divê mirov li vir rewşa pirsgirêkê ya di refên partî de bigire dest. Weke em çareseriya her pirsgirêka netewî û civakî ferz dikin, çeka herî bihêz a em li ser çareseriya pirsgirêka malbat û jinê ferz bikin jî, çeka partî ye. Di heman demê de di sererastkirina têkîliyên ku gefan li kesayetê dixwe, encamên xeternak ava dikin û nayên pejirandin jî bi çeka partî dibe. Giraniya pirsgirêkê neçar dike ku hûn vê çekê ji her hêlê ve bi destkarî û rast bigirin dest. Çeka azadiyek mezin a evqas zehmetiyan ji holê rake û têkîliyên nayên pejirandin bin bixe partî ye. Dema em bi ser van pirsgirêkan de beziyan, çeka yekem hatî bîra me çeka partî bû. Me ber bi ku ve baz dida? Dema me dît damezrandinek burjuva ku kesayetek wisa esasgirtin me naparêze, em yekser aresteyî rêxistinbûnekê ve bûn. Encama ku divê ji vir bê derxistin ev e; di nêvenga bêrêxistiniya heyî de barê malbatê yê nayê rakirin, tenê dikariya bi tevgerek partî ve bihata rakirin. Wê demê yek jê sedema herî bingehîn a em ber bi rêxistinbûna partî ve birin, li dijî saziya malbatê ya xwedî erkên paşverû ye û pêveke, fikra sazûmankirina malbata partî ya bijare bû. Divê hema mirov nebêje malbata partî û derbas nebe. Partî, malbata bijare ya me ji nû ve ber bi hemû damezirandinên civakî û netewî ve dibe. Ji hêla objektîf ve partî malbata bi pirsgirêk bin dixe, ji nû ve sazûmankirina malbatê teşe dike, ango destpêka avakirina malbata azad a şoreşgerî çeka me ya herî mezin, biryargeha me ya stargeh û baregeha me ya êrîşê ye. Ji bo rewşa li vir bi girîngî bê fêmkirin, divê mirov kûraniya pirsgirêkan bihese.
Em hêjî di vê mijarê de wate nadin hewldanên nebes ên hinek hevalan. Weke kesek ku ji bin pirsgirêkên pir giran hatî, wê tu bibî camêrê hewldanên mezin. Kesek ku pirsgirêkan evqasî dibîhîse, nabe ku seresere û nebes nêzî pirsgirêkan bibe. Partiya ku evqasî girîng derketiye holê, divê em baş pênase bikin. Hewce dike em pêwendiyên li vir û ji nû ve damezirandinê baş pênase bikin. Heta niha di mijara girîngiya azadiyê de gelek tişt hatin vegotin. Tişta para me dikeve jî qîmeta vê zanîne. Ketîbûn, ketina kolanan û bi temamî tinebûn pir xirabe. Piştî ku ev rewş hat jiyîn jî ti qîmeta wê nîne mirov ji nû ve fêm bike xirabûn tê çi wateyê. Jixwe armanca partî jî, rizgarkirina kesên ketine vê rewşê ye. Her çendî hinek ji bo bi aqil bibin ji nû ve ketinê weke çare ferz dikin, ev ji ketîbûna xirabtir zêdetir ne tiştek dine.
Pirsgirêka me ev têkîlî di nava partî de rast girtina dest û nexasim erka hevalên di nava partî de yên li hember vê pirsgirêkê baş danîna holê ye. Pirsgirêkên gelek ji we hene. Pirsgirêkên me jî hene, lê çavkaniya van ne emin. Tevî ku em ne çavkaniya pirsgirêkane, berpirsyariya me ya çareserkirina vê, sazkirina pêşketina şoreşgerî heye. Divê hûn jî bên xwedîkirin, hûn jî nifşekê xwedî bikin, perwerde bikin û birêxistin bikin. Bes divê ev bi şêweyek herî azad bê kirin. Nexwe hûn ê ti mafê jiyanê nebînin.
Gelo dema malbata burjuvaziya biçûk ava bû dê çi rizgar bikin?
Tevgera PKK‟ê radeya bêberpirsyariya ku civak di navê de dijî dizane û tevgerek wisa derketiye holê, lewra dê qet kûrkirina bêberpirsyariyê nepejirîne. Rêzdariya li hember zarokan, jinan û wekhevî, bi binpêkirina pergala têkîliyên heyî ve pêk tê. Bi şêweyek qelp li malbatê nêrîn, mûçe û pere bidestxistin, em ti caran têr nekirin. Jixwe hêviya malbatan a li hemberî we jî ev tişte. Li hember vê rewşê jî, weke ku em ji malbatan, dost û hevalan bistînin, me hewl da ciwanan di refên partî de bigihînin hev. Bes ev sitandin di wateya ku em ciwanan ji çirava paşverûtî, bêberpirsyatiya giran rizgar bikin de ye. Ji bo ciwanan asteng bikin beşdarî refên me nebin, tenê dijmin kar nekir, bi rêbazên qet nehatine dîtin ve hêzên hevkar jî yên ku ji pakbûna ciwanan sûdwergirtin gelekî hewl dan.
Hêjî gelek hêz di bin navê “ev û ew li cem me hene, lê di nava PKK‟ê de tiştek tine ye” me tawanbar dikin. Baş tê zanîn ku karê sereke yê rêbazên burjuvaziya biçûk kevçiyek şirînî dana devê girseya gele. Ev sepandina polîtîkayên tawîzên biçûke. Ji endamên partî re dibêjin; “Ha ji te re ji xwe re mal ava bike, ji te re evqas pere, hinekê jî rehet bijî.” Jixwe qadro jî ji rêbazek wisa re amade ye. Bes tişta li vir winda jî dibe doza şoreşê ya bingehîne. Gelo dema malbata burjuvaziya biçûk ava bû dê çi rizgar bikin? Dibe ku hinekê xwe têr bikin, lê azadî nayê rizgarkirin. Bi vê partî nayê rizgarkirin û rizgariya netewî jî saz nabe. Em jî bi israr partî ji ketina vê rewşê rizgar dikin. Ji bo partî nekeve vê rewşê me hewldanek taybet da. Me ev jî weke tedbîrekê destgirt. Nexwe ne şêweya sezakirin an jî ji mafên kesî mehrum hiştine. Hinek ketî bi îdîaya “mafê me yê avakirina malbatê tê astengkirin” ve li ser me van ferasetan ferz kirin. Jixwe ne diyare xwedî feraseta malbatek çawanin. Ji ber ku em dizanin saziya malbatê veguhertine saziyek çawa ya xeter, me jî ev îdîa tên çi wateyê baş fêm kirin û rastiya wan danî holê.
Rêber APO (Jin û Malbat)