NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku ji wargeha Şaryaî ya ser bi Duhokê 487 koçberên Êzidî bi daxwaza xwe vegeriyane Şengalê.
Vegera ji bo Şengalê ji wargehê li Herêma Kurdistanê navber dewam dike. Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji wargeha Şaryaî ya ser bi Dihokê 487 koçberên Êzidî bi daxwaza xwe vegeriyane Şengalê û herêmên derdora wê.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku vegera koçberan ya di demên dawî de berdewam dike.