SILÊMANÎ – Rêxistina Pêşxistina Ciwanan li Silêmaniyê festîvaleke peyîzê ya bi navê ‘Pêşkêşkirina hunerên destan ên ciwanan’ vekir û beşdarvanên festîvalê diyarkirin ku divê ciwan berhem û jêhatinên xwe pêşkêş bikin.
Li bajarê Silêmaniyê, Rêxistina Pêşxistina Ciwanan festîvalek bi navê ‘Pêşkêşkirina hunerên destan ên ciwanan’ lidarxist û biryare 2 rojan berdewam bike.
Organîzetorê festîvalê Mîwan Ednan di derbarê festîvalê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Me wek Rêxistina Pêşxistina Ciwanan xwest festîvalek ya peyîzê dibin navê ‘Pêşkêşkirina hunerên destan ên ciwanan’ bi armanca ciwan bikarin dahatek bi dest bixin, lidarbixin. Ev festîval wê 2 rojan berdewam bike, ji saet 9’ê danê sibehê heta 6’ê êvarê vekiriye. Hertim ji bo me wek Rêxistina Pêşxistina Ciwanan armanca me dabînkirina derfetên herî baş ji bo ciwanane. Li ser vê yekê festîval û pêşengehên wiha ji bo ciwanan gelek giringin da ku bikarin berhem û jêhatinên xwe pêşkêş bikin.”
Mîwan Ednan herî wiha destnîşan kir ku xwezî destûr bihata dayîn ku ev festîval zêdetir bidome da ku ciwan zêdetir sûd werbigirin û wiha pê de çû: “Her jineke bedew bi berhemên herêmî, hunerên destan, mûm û tiştên Kurdî beşdarî festîvalê bûn.”
Yek ji beşdarvanên festîvalê Rênas Umer jî derbarê heman mijarê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha axivî: “Berhemên min yê destan ji aksesuarên cilên Kurdî pêktên. Piraniya mezûnên peymangeh û zanîngehan ji ber nebûna derfetên kar, dixwazin karên wan yên serbixwe hebin. Gelek giringe ku ciwan xwediyê karê xwe bi xwe bin û serbixwe kar bikin. Karên wan bi xwe bandorek baştir li ser kesayeta wan dike.”
Rênas Umer wiha axaftina xwe berdewam kir: “Xelk piranî di werza biharê de pêşwazî li berhemên destan dikin û pêşkêşkirina welatiyan li gorî werzan û li gorî kar jî tê guhertin. Niha karên min piraniya wan girêdayî cilên Kurdî ye, di werza biharê de zêdetir tê pêşwazîkirin, lê li gorî destkarên din tê guhertin.”
Çavkanî: RojNews