NAVENDA NÛÇEYAN – Bûyera herî girîng a dawiya hefteya borî bê guman “1’emîn Konferansa Ciwanan” a ku li Parîsê hate lidarxistin bû. Zêdetirî sê sed ciwan ji çar aliyên cîhanê ku nûnerên rêxistinên ciwanan ên li welatên xwe ne, sê rojan bi malovaniya Partiya Komunîst a Fransa pirsgirêkên ciwanên cîhanê nîqaş kirin. Pirsgirêkên ciwanan helbet pirsgirêkên hemû mirovahiyê bûn. Ji ber vê yekê pirsgirêkên mirovahiyê nîqaş kirin û ji bo pirsgirêkên civakî yên ku pergala modernîteya kapîtalîst derdixist, li çareseriyan geriyan.
Bê şik di konferanseke wiha de kombûna ciwanên cîhanê ji bo nîqaşkirina pirsgirêkan û lêgerîna çareseriyan pir girîng e. Ji ber ku yekemîn konferansa bi vî rengî hate lidarxistin, girîngiya civîn û nîqaşên mijara gotinê zêdetir kir. Ji ber ku ev demeke dirêj e çalakiyên bi vî rengî ji bo ciwanan nehatine dîtin, hêvî û kelecana konferansa mijara gotinê zêdetir kir. Ev konferansa ku di navbera 3-5’ê Mijdarê de bi awayekî serketî hate lidarxistin, ji bo ciwan ji pasîfiya xwe derbikevin û destwerdana pêvajoyê bikin weke gaveke hate dîtin.
Niha, bi taybetî nifşên mezin ji xwe vê pirsê dikin: Çi dibe? Nifşê ciwanên şoreşger ên sala 1968’an ji nû ve ava dibe, şoreşeke nû ya ciwanan destpê dike gelo? Mînak, wê Dev-Genç li Tirkiyê ji nû ve ava bibe? Rêxistinên ciwanan ên dawiya salên 1960’an û destpêka salên 1970’an wê li welatên din dîsa derkevin holê? Bê şik bendewariya ku di nav pirsan de cih digirin girîng in û konferansa ku li Parîsê hat lidarxistin, xwedî hêz bû ku pirsên wiha bike û di her warî de hêviyan çêbike.
Helbet ji bo eşkerekirina vê hêzê û bersivdayîna pirs û bendewariya ku tê hêvîkirin, divê bi baldarî were lêkolînkirin ku piştî sala 1980 çi qewimî û ciwan çawa hatin vê rewşê. Tevî ku li hemû welatan girseyeke ciwan a pir berfireh heye (û li derveyê Ewropayê jî, pêkhatina pêşketî ya ciwanên xwendekar û zêdebûna çalakiya jinên ciwan di her qadê de ev girseyek pir zêde kiriye), çima bandora ciwanan di jiyana civakî û siyasî de di heman astê de bandor nekiriye, an jî hêj bêtir paşve çûye? Rola polîtîkayên şerê taybet ên hêzên serdest û sîstemên dewletparêz di vê de çi ye? Lîberalîzma kapîtalîst a ku bi îdeolojiyên olperestî, neteweperestî, zayendperestî û zanistparêziya pozîtîf tê avakirin û ji nû ve xwe hildiberîne, di vê pêvajoyê de li dijî ciwanan kîjan êrîşê pêk anî? Di vê pêvajoyê de rola teknîk, spor, huner û seksê ku rast nêz nebûye bikar neaniye çi ye?
Dûrxistina ciwanan ji pirsgirêkên civakî li hemû welatan kîjan geşedan bi xwe re anî û pêşî li rêxistinbûn û bûyerên çawa vekiriye? Pêwîst e mirov bikaribe bersivên rast, realîst û têrker bide van pirsan û pirsên mîna wan.
Sê rojan nûnerên ciwanên cîhanê li Parîsê li ser van mijaran nîqaş kirin û hewl dan çareseriyan bibînin. Mînak bi gotina “Kapîtalîzm ne vebijark e” dest bi Konferansê kirin û bi vê biryarê re bal kişandin ser rastiyeke dîrokî ya mezin. Helbet kapîtalîzm ne vebijarkek û ne jî mecbûriyetek e. Bi heman awayî, desthilatdarî û pergala dewletparêz a ku modernîteya kapîtalîst afirand jî, ne vebijarkek an jî mecbûriyeteke dîrokî bû. Berovajî vê, weke jirêderketineke dîrokî hate jiyîn. Baş tê zanîn ku jirêderketina bi vî rengî bi hiyerarşiyê, ango zihniyeta baviksalarî, zor, hîle û derewan ve girêdayî ye. Eşkere ye ku ev hemû di pergala modernîteya kapîtalîst a îroyîn de gihiştine lûtkeyê.
Li aliyê din Konferansa Ciwanan a Parîsê bi prensîba “Cîhanek azad pêkan e” derket rê û li bersiva pirsa “Cihaneke wiha çawa tê afirandin” geriya. Bê şik ev tesbît jî girîng e û di her warî de bersivên rast dixwaze. Lê li vir em tenê bi balkişandina ser vê xalê, xwe bes nebînin: Ji bo ku bigihîjin cîhanek azad, divê pêşî xwe azad bikin. Cîhanek azad ancax bi kes û civakên ku ji aliyê ruhî, ramanî û jiyanî ve azad bûne, dikarin ava bikin. Di rastiyê de mirovek xwe azadkirin, tê wateya li dijî koletiya kapîtalîst pêkanîna şoreşeke azadiyê ya bi bandor.
Helbet, em ê nikaribin li vir hemû mijarên ku di Konferansa Ciwanan a Parîsê de sê roj hatin nîqaşkirin û bersivandin binivîsin. Ne pêkan e ku em vê bikin, ne hewce ye jî. Ji ber ku ciwanên kom bûn, tevî pirsgirêkên xwe û pirsgirêkên hemû mirovahiyê xistin rojevê nîqaşkirin û encamên pêwîst derxistin. Ji ber vê yekê ew ê encamên wê li ciwanên cîhanê û mirovahiyê belav bibe. Li hemberî ciwanên ku lêkolîn dikin, difikirin û dixebitin baweriya me mezin e.
Li vir em ê bi giranî li ser têkiliya di navbera Konferansa Ciwanan a Parîsê û kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji bo Pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” ya di 10’ê Cotmehê de hat îlankirin, rawestin. Ji ber ku di destpêka Konferansê de hat gotin ku “Konferans ji bo Rêber Apo hatiye diyarkirin.” Me ev daxuyanî wiha fêhm kir: 1’emîn Konferansa Ciwanan a Cîhanê bi tevahî tevlî Kampanyaya Azadiyê ya Cîhanê bû. Ev tê wê wateyê ku ciwanên hemû cîhanê tevlî kampanyayê bûn.
Bi vî rengî di roja 25’an a ragihandina xwe de Kampanya me ya Azadiyê bi tevlîbûna ciwanên cîhanê careke din gerdûnî bû. Ciwanên cîhanê bi biryara Konferansê pêşengiya kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ragihandin. Di nîqaşên ku di tevahiya Konferansê de hatin kirin de Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, weke referans û rênîşana sereke hate nirxandin. Bi vî rengî wê encamên Konferansê bigihêje ciwanên cîhanê û di heman demê de paradîgmaya ekolojîk, azadiya jinê, civaka demokratîk a Rêber Apo bigihîne hemû ciwan û mirovahiyê. Çawa ku encamên konferansê li çar aliyê cîhanê bi rê ve bibin û bikeve pratîkê, wê hemleya çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî li tevahî cîhanê belav bibe û bikeve nava tevgerê. Rêxistin û çalakiyên ciwanên cîhanê wê bi pêşengiya fikrên Rêber Apo û li ser esasê kampanyaya çalakiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.
Eşkere ye ku ev pêşveçûnek çiqas girîng û hêzdar e. Ev tê wateya ku Kampanyaya Azadiyê xwedî rêxistinbûnek xurte û ketiye destên ewle. Ger ciwan destê xwe deynin ser karekî teqez wê bi serketî pêk bînin. Bi konferansa dawî re armanca xwe ya rêxistinkirina cîhanê û têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo danî holê. Eşkere ye ku çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rêxistinbûna ciwanan wê li ser asta cîhanê bi hev ve girêdayî pêş bikeve û her du jî bi hev xwedîkirinê dê bigihêjin serkeftinê.
Em ji bîr nekin ku PKK’ê di dawiya meha Mijdarê de bi civîneke nîqaşê ya 2 rojan hat avakirin û ev hemû geşedanên 45 sal in didomin derxist holê. Niha jî bingehên Tevgera Ciwanên Cîhanê bi civîneke sê rojan di destpêka meha Mijdarê de hat danîn. Pir eşkere ye ku ev ciwaniya modernîteya demokratîk e, ciwanên sosyalîzma demokratîk e. Çawa ku PKK’ê li çar parçeyên Kurdistanê bi pêş ket, tevgera ciwanên azad jî wê li hemû cîhanê pêş bikeve. Ji bo vê her di destê wan de her tişt hene. Tiştê ku dimîne îddîa û baweriye, şopdariyek bênavber, meşek rast û hinek jî cesaret û fedakarî ye. Em bawer dikin ku Konferansa Parîsê bi giranî ev yek afirand.
Em jî di wê baweriyê de ne ku li ser vê bingehê tevgera ciwanên şoreşger ên Kurdistanê wê xwe ji nû ve birêxistin bike û pêngaveke nû û bi hêz bavêje. Bi taybetî jî wê ciwanên Tirkiyeyê yên girseyî ji bandora faşîzmê derînin û li dijî xeta dij-faşîst, şoreşa demokratîk tevgera duyemîn a Dev-Genç pêş bixînin. Bi heman awayî li Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê wê tevger û têkoşîna ciwanan a şoreşger û demokratîk pêş bikeve.
Li ser van esasan em Konferansa Ciwanan a Parîsê silav dikin û di pêkanîna biryarên hatine girtin de ji hemû ciwanên milîtan re serketinên mezin dixwazin. Em bawer dikin ku bi vê Konferansê re îradeya ciwanan wê pêş bikeve û rengê wê li her qadê derkeve holê û di têkoşîna antî-kapîtalîst de destpêkek nû çêbibe. Em hêvîdar in ku ciwanên îroyîn wê serkeftinê ji destpêka ciwaniya pêncî salî re bîne.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka