REQA – Pêşbirk bi dirûşmeya “Bi Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” li Parka Reşîd a li bajarê Reqayê tê lidarxistin.
Pêşbirkê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama rêveber a Nivîsgeha Jinên Ciwan Bûşra El Ehmed axaftinek kir. Bûşra anî ziman ku ew bi van çalakiyan dixwazin piştgiriyê bidin behreyên jinên ciwan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wan bi pêş bixin.
Piştî axaftinê, 8 jinên beşdarî pêşbirkê bûne dset bi wênesaziyê kir.
Di dawiya pêşbirkê de, tabloya ciwana bi navê Nîmet El Ubêd wekî xweşiktirîn tablo hat hilbijartin û ji aliyê endama rêveberiya Nivîsgeha Jinên Ciwan Behiya Remziyê ve hat xelatkirin.