HESEKÊ – Di çarçoveya kampaniya ‘’Ji Rêber Apo re Azdî û Ji pirsgirêka kurd re çareserî’’ ciwanên Partiya Yekîtiya Demokat PYD komxebatek komxebatek li bajarê Hesekê li dar xist. Bi drûşmeya” Bi pradîgmeya Rêber Apo em ê şere taybet bisekinîn”, zêdetirî sed ciwan li ser asta bakur rojhilatê Sûriyeyê tevlî komxebatê bûn. Komxebat bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên rûmet azadiyê piştre gotina vekirinê ji aliyên Hesen Koçer hat kirin.
Hesen Koçer di gotina xwe de behsa koçberiyê û belavbûna medeyên hişbir di nava civakê de bi taybet di nava ciwanan de bi giştî kir û bandorên wan li ser ciwanan, diyar kir ku ev yek şêwazeke ji şêwazên serê taybet yên ku dijminên gelan pêk tîne ji bo valakirina herêmên me ji ciwanan û dûrxistina wan ji civaka wan ji ber ku bi ciwanan civak ava dibe.
Komxebat li ser du mijaran tê li dar xistin, mijara yekemîn li ser Koçberiyê, mijara duyemîn Madeyên Hişbir, û di dawiyê de wê komxebat bi pêşîniyan bi dawî bibe. Mijara yekemîn a Koçberiyê ji hêla Ebdulxenî Oso endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD hat nîqaş kirin.
Di destpêkê de Ebdulxenî Oso behsa koçberiyê bi giştî kir her wiha li ser qonaxên pêşketina wesîleyên koçberiyê di her demê de û wiha dewam kir: Mezopotamiya herêma herî bi ewle bû di wê demê de tu armanên siyasî tune bû lê piştî derketina dewletan koçberî û armacnên siyasî derket, û bi derketina dewleta Somer şer, koçberî, koçberkirina gelan bi zorê û ji ber zordariyê derket. Mijara koçberiyê mijareke neyînî ye bi taybet li ser ciwan û jinan tê kirin, û armanc ji vê yekê dûrxistina wan ji cihê wan.
‘’Navê min Mihemed Salha, berdefkê ciwanên PYD ya Tirbespîyê me, em tevlî vê komxebatê bûn ji bo em pirsgirekên ciwana çareser bikin. Pirsgirekên serekê koçberî û maddeyên hişbirên, komxebata me jî li ser van mijaran e. Ez dixwazim behsa mijarê koçberîyê bikim. Gelek xortê me ji vêderê diçin awrûpa, pey azadîya xwe ya şexsî ketin ne azadîya fikrî. Azadîya fikrî li vir heye ama azadîya şexsî weke li ser çila weke awrûpa li vedere nîne. Niha jî dewletêna awrûpa dixwazin fikre xwe têcin mejîya me. Li gorî azadîya wan dixwazin em bifikrin. Dibejin pêra heye, tu çi dixwaze heye behs aqîl nîne. Behsa siyasî nekin, hûn çi bikin behs ji me re behsa siyasetê nekin. Dewleta tirkî jî wisa heye ji ciwana re dibeje ‘’Hûn çi dikin bikin bes behsa siyasetê nekin. Li hemberî vê em dixwazin ciwanê xwe bi rêxistin bikin, ciwanê xwe têxin sasîyên xwe yên her bajarê. Ji ber ku hinçeta yekemîn ya ciwanên me ‘’Şuxil nîne, perê nînin’’ ji ber vê ciwanên me dixwazin herin awrûpa.’’
Piştre senevîzyonek li ser koçberiyê hate pêşandan, û mudaxele û nîqaş ji hêla beşdaran hat kirin, nêrînên xwe û sedemên zêdebûna koçberiyê û riyên çareserkirinê anîn ziman. Hêyajî gotinê wê rêveberê hêzên dijî hişbirî rêheval Xidir wê li ser mijara madeyên hişbir biaxive û bi encamnaeyekê bi dawî bibe.
‘’Endamê Meclisa Ciwanên PYD ya herema Cizirê me, despekê em bi xwe hatina we dikin ji bo vê komxebatê. Di vê komxebatê de em 2 beşên esasî digirn dest. Yek koçberî, dû jî maddeyên hişbirê. Emê di hindêre vê xebatê de zedetir li ser vê niqas bikin. Weke ciwanên PYD nerîna me jî ji bo van mijaran heye. Taybet li ser mijarê maddeyên hişbir, dewleta tirk a faşist li ser vê mijarê baş dişuxile. Hemleyên rêveberîya xweser bi hezên ewlekarî gelek li ser ragihandinê derdikevin li dijî maddeyên hişbir. Kesên ku vê bikartînin an jî difroşîn tên girtin. Armance van çi ye, armance van civakê bê hiş bike, bi taybet jî xebatê ciwana, mijîyên ciwana bê hiş bike. Ji bo dûrî erka xwe ya welatparezî bikevin, dûrî erkên xwe yên exlaqî û civakî bikevin.’’
Bi dawî, daxuyaniyek hatin dawin û her wiha got:
Encamnameya Komxebata Ciwanên PYD wiha ye:
Di 25. salvegera komploya navnetewî ya 09’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêber APO de dostên kurdan li çar aliyên cihanê pêngava navnetewî ya ‘’Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirekê Kurd re çareserî’’ di 10’ê cotmehê 2023 hat ragihandin. Ev pêngav bi taybet ji ber rasthatina 74 rojbûna Rêber APO li 74 navendan bi awayek hemwext de bi daxuyaniyan hat eşkere kirin û roj bi roj li welatên cihanê belav dibe.
Pêngava azadîya Rêber APO ya fizikî û çareseriya pirsgirekan armanc dike.Nûnerên sendîkan, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvist, jin, ciwan, rêxistinên civakî yên sivîl, komên hawirdorparêz, civaknas, fîlozof û nîviskar jî tevlî vê kampanyê dibin. Ev îro 25 salin ku Rêber APO di girava Îmraliyê de di tecrîdek dij-mirovî û dij-exlaqî de dijîü ev tecrîd derwên zagonên mafêN mîrovan e, ev sûçekî dij-mîrovî tê hesibandin.
Pirsgireka Kurd’a ku rê li ber çareserkirina wê tê girtin: Şer û nearamiya siyasî ya ji ber redkirina mafên siyasî û mirovî yên bingehîn ên bi milyonan Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê ne, bû sedem ku deh hezar mirov jiyana xwe ji dest bidin, bi milyonan mirov ji cih û warê xwe koçber bibin û tevahiya cihanê netewperestiya tund, olperestî û otokart xurt kir. Pêwendiya çareseriyê ya yekê bi pirsgirekên herÎ cidî yên heremî û global heye mîna dagirkerî, nijadperestî, zordariya li jinan, mêtingeriya aborî, xerakirina hawirdorê ku destê dewleta tirl-k q qirker û mîtinger bandora li jiyana bi milyonan mirov dike.
Em wekî ciwanên partiya yekîtiya demokartîk PYD bi hemû pêkhate, rêxistinên ciwana, jinên ciwan, vê kampanya silav dikin û em bi çoşekî germ tevlî wê dibin. Em tecrîd li ser Rêber APO şermezar dikin û bang ji vo azadiya fizîkî ya Rêber APO dikin. Her wiha bangên me ji bo hemû gelên bindest, jin û ciwan hene ku tevlî vê kampanya bibin û piştgiriyê jê re bikin da ku wekî Rêber APO dixwaze, Rojhilata Navînek demokratîk û azad were avakirin û mafên her gel û her kes ku tê de azad bijî.
Bê Serok Jiyan Nabe!
Bijî Serok APO!
Jin Jiyan Azadî!