PARÎS – Ciwanên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku ji bo yekemîn Konferansa Ciwanên Cîhanê ya ku di 3, 4 û 5’ê Mijdarê de li Parîsê pêk hat, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin Fransayê, ji dema hatina xwe ve di nava tevgerê de ne. Beriya her tiştî ciwanên ku li ser têkoşîna jinê û Jineolojiya Kurdistanê hevpeyvîn kirin. Piştre semînerek li ser Şoreşa Rojava û xebatên wê ji komek ciwanên Fransî û Kurd re da.