QAMIŞLO – Îro li bajarê Qamişlo, li navenda PYD ya taxa Kornîş Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan komxebatek li ser avakirina Civaka Exlaqî û Polîtîk li darxistin. Li ser navê Inîsyatîfa Azadiya Rêber Apo ya Sûriyê Silêman Îsa Ehmed axaftina vekirinê kir. Piştî axaftina vekirinê sînevizyonekî li ser mijarê hate temaşekirin û nîqaş hat vekirin.