HELEB – Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi piştgiriya pêngava cîhanî ya ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ de her wiha ji bo şermezarkirina êrişa li dijî navenda ciwanan a Minbicê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ciwanan Helebê meşek li dar xist. Meş ji pêş qada 7 Şehîdan a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê dest pê kir. Beşdaran di meşê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.
Li pêş Parka Rojbûna Azadiyê ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê meş vegerî mîtîngê û li wir endama koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan Hêva Bekir axivî û got ew ciwanên şoreşger piştgiriyê didin pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Oalan û dê der barê vê yekê her tiştê ji destê wan tê bikin.
Hêva got ciwanên şoreşger rêgeza parastina destkeftiyên bi fedakariya şehîdan, fikr û felsefeya Rêber Apo bi dest ketine, pêk tînin. Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û soza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.