MEXMÛR – Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê diyar kirin ku PDK’ê ew neçarî dewleta Iraqê kirin û gotin: “Her ku me li hemberî PDK’ê hêviyên Kurdwariyê zindî dikir, wan bi êrişên xwe hêviyên me dikuştin. Di kêliyên me xwe sipartî wan de li Derkarê dewleta Tirk û PDK’ê di nava axa Başûrê Kurdistanê de bavê me li ber çavê me qetilkirin.”
Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê di salên 1990’an de ji ber zilma dewleta Tirk ji neçarî penaberî Başûrê Kurdistanê bûne. Di sala 1998’an de jî ji ber zilma PDK’ê neçarî penaberiya nava axa Iraqê bûn. Niha jî qaşo PDK ji salên 1990 ve vî gelî di parêzê dixwaza çiyayê Qereçox kontrol bike. Têkildarî vê mijarê şahidên êrişên PDK’ê yên li ser xelkê wargehê ku niha jî li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jiyan dikin ji Rojnews re axivîn.
Hezar Nerexî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser êrişên dewleta Tirk û PDK yên li ser wan û wiha got: “Me di salê 1992’an de biryar da ku derbazî Başûrê Kurdistanê bibin. Malbata me bi hêviyek mezin berê xwe da Başûrê Kurdistanê, lê êrişên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê li ser malbata me çêbûyîn, hêviyên me şikandin. Di kêliyên me xwe sipartî wan de li Derkarê dewleta Tirk û PDK’ê di nava axa Başûrê Kurdistanê bavê min li ber çavê me qetilkir. Ez wê demê 6 salî bûm, şahadeta bavê min ji bo min êşek gelek giran bû. Min di zarokatiya xwe de bi şahadeta bavê xwe rastiya PDK’ê dît.”
‘Em naxwazin PDK li derdora me bicih bibin’
Hezar Nerexî destnîşa kir ku PDK’ê bi êrişên xwe yên li ser gelê penaber rastiya xiyaneta xwe derxistiye pêş û wiha peyvên xwe bi dawî kir: “Piştî gel bi awayek girseyî di salên 1994’an de derbazî Başûrê Kurdistanê bû. Em jî wek malbat derbazî nava wan bûn. Ne tenê bavê min bi dehan kesên ji ber zilma dewleta Tirk xwe sipartin wan, bi destê xwe qetilkirin. Em wek gelê wargehê bi êrişên PDK’ê, dewleta Tirk û zoriyên xwezayê re rû bi rû diman. Êşa me ji Tirkan kişandî bi qasî wê me ji PDK’ê jî kişand. PDK’ê em neçarî dewleta Iraqê kirin. Ji derveyî êrişên salên 90’î di van salên dawî de bi dehan êrişên dewleta Tirk ên hewayî bi hevkariya PDK’ê li ser wargehê pêkanîn. Ji ber wê em naxwazin PDK li derdora me bicih bibin.”
‘PDK’ê hêviyên me di qirika me de hêlan’
Hadî Arkêtî jî di destpêka axaftina xwe de êrişên PDK û delweta Tirk yên salên 1990’an bibîrxist û wiha pêde çû: “Me bi hêviyek mezin berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Bav û bapirên me ji hevkariya partiyên siyasî yên Başûrê Kursdistanê kiribûn, bi wan hestên Kurdewarî me berê xwe da vê herêmê. Piştî berxwedanek mezin, em ji aliyên NY ve wek penaberên siyasî hatin pejirandin. PDK’ê hêviyên me di qirika me de hêlan. Nêzikatiyên li hemberî me dihatin kirin ne nêzîkatiyên Kurdperwerî û nîştîmanperwerî bûn. PDK û dewleta Tirk bi zext û zoriyê em di nava wargehan de penaber kirin. Li rûxmê van êrişan jî di her wergehekê de gelê me di nava demjimêran de jiyan peyda dikirin. Ji ber ku gelekî rêxistinkirî, xwedî îrade û têkoşîne. Her ku me li hemberî PDK’ê hêviyê Kurdwariyê zindî dikir, wan bi êrişên xwe hêviyên me dikuştin. Êdî di 1995’an de bi dehan kesên me li ber çavên me qetilkirin û malên me talan kirin.”
‘Ji mirinê re li vir bicih kirin’
Hadî Arkêtî di berdewama axaftina xwe de daxuyakirin ku zilma PDK’ê ew neçarî dewleta Iraqê kirine û wiha anî ziman: “Zilma ku me ji dewleta Tirk ne dît, me ji PDK’ê dît. Ji rêxistinkirina me ditirsin. Hemû wargehên ku em lê bicih kirine, deşt û çol bûn lê me jiyana xwe peyda dikir. Di sala 1997’an de li Hewlêrê birîndarên Kurdistanê kirin armanc û li wir komkujî pêkanîn. Şert û mercên jiyana penabertiyê, zarok û jinan tengas dikir. Ji derveyî êrişan, PDK’ê gelek caran gefên komkujiyê jî li gelê wargehê dixwarin. Derfetên me yên ku rewşa me bide çapemeniyê tinebû. Me rêya berxwedanê da pêşiya xwe. Ji bo ku em ji qetlîam û îxaneta PDK’ê xilas bibin me xwe radestî dijminê Kurdan Seddam Hiseyîn kir. PDK’ê di sala 1998’an de em neçarî Iraqê kirin. Em bi rêya Iraqê hatin vê wargehê, wan em ji mirinê re li vir bicih kirin, lê me xwe li ser lingên xwe girt.”