MUNIH – Nûnerên kurd û ereb ên Ciwanên Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) li bajarê Munih (München) a Almanya panelekî li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê li darxistin. Bi dehan ciwanên çepger ên alman û ciwanên kurd beşdarbûn. Piştî vekirina panelê bi axaftina ciwanên MSD, ku behsa girîngiya konferansa ciwanan a cîhanê û diyar kirin ku tekoşînê Rojava ne tenê ji bo gelê kurd lê ji bo tevahî mirovahîyê, beşdarvanê pirsên xwe anîn ser ziman û bersîv hat dayîn. Pirsên ku hatin kirin ev bûn: Rewşa gel û rewşa siyasî ya niha li Rojava çi ye? Ciwan li Rojava çawa tekoşîn dikin? Meclîsên ciwanan çawa û bi kîjan armanc hatin avakirin? Rol û mîsyona ciwanan di nav Rêveberîya Xweser de çi ne? Gel çawa xwe diparêze li hemberî êrîşên heyî li ser Rojava? Ciwan çawa pêşengtî di parastina civak û şoreşê de dikin?
Nûnerên Ciwanên MSD ji bo yekemîn konferansa ciwanan a cîhanî, ku di dest pê kê Mijdarê li Parîsê pêkhat, hatin Ewrûpa û niha li gelek bajaran têkîlî bi hereket û rêxistinên ciwann sosyalîst û enternasyonalîst ava dikin ji bo danasîna şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, fikirê Rêber Apo a Konfederalîzmê Demokratîk û rola tevgera ciwanan di nav wan de.