ŞEHBA – Îro li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina êrîşa hovane ya li dijî navenda Meclîsa Ciwanan a Minbicê, meşek di bin dirûşmeya “DÎWARÊN ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN, CENGA AZADIYÊ SER BIXIN” de hat lidarxistin. Meşê ji pêşiya dibistana bajêr dest pê kir û li çarxereya Til Rifetê veguherî mitîngê. Li wir li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Zelal Ebdo axaftin kir.
Di axaftina xwe de Zelal Ebdo destnîşan kir ku dijmin dixwaze tirsekê bi vê êrîşê di dilê ciwanan de biçîne û xeta apocîtiyê mehkûm bike, lê got “em bi silogana xwe “Ciwan Fedayîyên Rêber APO Ne” careke din soza xwe nû dikin ku her kesê îxanet kiriye û destdirêjî li ser birîndarên me kiriye û li ser nirxê şehîdan û rêxistinê kiriye wê hesabên mezin bidin”. “Çiqas dijmin êrîş bike û navend û pêşengên me armanc bigire, ewqas jî hêz û kîna me ya tolhildanê bilindtir dibe. Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger çawa ku ev bû şeş sal in li hemberî dagirkeriyê û êrîşên hovane em li ber xwe didin û têkoşîn dikin, em ê bi vê berxwedanê jî dagirkerî û faşîzmê ji axa Kurdistanê tune bikin.” Di dawiyê de destnîşan kir ku ew ê di bin pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de bi hêza fedayî tevlî pêngava “JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΔ bibin. Piştî axaftina wê meş bi siloganên “NA JI ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ RE, NA JI TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO RE Û NA JI ÎXANETÊ RE” bi dawî bû.