DIRBÊSIYÊ – Di çarçoveya çalakiyên pêngava ′Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ keç û xortên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê vê êvarê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber APO û banga azadiya wî ya fîzîkî meşeke meşaleyî li dar xist. Meş ji pêş Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li navçeyê ber bi têketina aliyê başûrê navçeyê dest pê kir.
Li têketina navçeyê li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan endama rêveberiya yekitiyê Êlîza Hiso daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ tevahî bendên li seranserî cîhanê derbas kirin, ev yek gaveke dîrokî ya ber bi azadiya Rêber APO ve ye.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin dê Yekitiya Jinên Ciwan bi tevahî erkên li ser milê xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO rabin, her wiha bang li tevahî ciwanan kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO têkoşînê bilind bikin. Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana Rêber APO û ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bû.