MÊRSÎN – YCWK’ê daxuyaniyeke nivîskî de di 12.11.2023’an saet 00:30’an de li dijî polîtîkayên tecrîda giran ên li ser Rêber Apo û her wiha li dijî êrîşên li ser gelê Kurd, li dijî Midûriyeta Maşîneyan a Şaredariya Mêrsînê/Toroslarê da zanîn ku çalakiyek hatiye organîzekirin. YCWK’ê bi çalakiya xwe bang li ciwanên Kurd kir ku di nava refên YCWK’ê de têkoşînê berfireh bikin.
Daxuyanî wiha ye:
Çalakiya yekîneyên me yên YCWK’a Mêrsînê!
Roja 12.11.2023’an saet di 00.30’an de li dijî midûriyeta dabînkirina makîneyan a Şaredariya Mêrsînê/Toroslarê ji aliyê yekîneyên me ve çalakiyek hat lidarxistin. Em dixwazin bê zanîn ku em ê bersivên tund bidin tecrîda li ser Rêber Apo û çeteyên dagirker ku gelê me yê bêparastin dikin hedef. Weke ciwanên Kurdistanê em careke din diyar dikin ku em ê her roj têbikoşin, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê bi hêztir têbikoşin. Em bang li hemû ciwanên Kurd dikin ku li nava refên YCWK’ê bi organîzekirina çalakiyên li dijî faşîzma li kolanan têkoşînê mezin bikin.