KOBANÊ – Weke ku tê zanîn di meha Sibatê de ji aliyê Komalên Jinên Ciwan ve kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hatibû destpêkirin û jinên ciwan di vê çerçoveyê de gelek çalakî û bername li darxistibûn. Herî dawî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê panelek li ser 5 rêgezên bingehîn ên Îdeolojiya Jina Azad hate lidarxistin. Di encamname ya dawî ya panelê de hat diyarkirin ku divê jinên ciwan li her derê xwe rÊxistin bikin û bi taybet êrîşên li dijî jinên ciwan û şerê wan ê taybet û psîkolojîk a li dijî jinê li her derê xebateke aktîf bidin meşandin.
Li ser vê bingehê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kobanê rêzeçalakiyan li dardixinin. Li ser vê esasê Jinên ciwan danê sibehê li kolanên Kobanê belavok li gel belav dikirin û piştê vî ji xwendekarên amadeyî re li ser mijara zayendperestiyê semîner hatin dayîn. Di naveroka semînerê de mijarên wekî polîtîkayên şîdeta li ser jinê, qetlîamên jinan, zewaca zarokan hatin nîqaşkirin, hat diyarkirin ku divê jinên ciwan li hemberî van polîtîkayan xwe li ser esasê parastina cewherî perwerde bikin û di kesayeta jina azad de ku Rêber Apo afirandiye xwe kûrtir bikin.