TIRBÊSPÎ – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, bi silogana “Cenga Azadiyê Sebixin” ji bo bal kişandina li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefkirina binesaziya herêmê û navendên xizmetguzariyê, civîneke berfireh bi gel re li dar xist. Civîn bi amadebûna dehan şêniyan, nûnerên saziyên sivîl, meclîs, partiyên siyasî, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star li navenda Tevgera Çand û Hûner a navçeya Tirbêspiyê hat lidarxistin.
Ji berdefkên PYD′ê Munteha Hisên axivî û diyar kir ku êrişên li ser navendên xizmetguzarî û welatiyan rasterast li dijî destkeftiyên ku bi saya fedakariyên mezin hatine bidestxistin e. Munheta Hisên anî ziman ku li hemberî xeterî û gefên li ser herêmê, yekitî û hevgirtina pêkhateyan mertaleke xurt e.
Ji berdefkên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Mihemed Ereb jî bal kişand ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan û got: “Rêbertî rêya azadiyê û ramanên demokratîk nîşanî me da.” Ereb diyar kir ku êriş û planên dijmin wan ji rêya berxwedanê dûr naxe û wiha dawî li axaftina xwe anî “Ne munkin e enerjiya ciwanan ku bingehê avakirina civakan e, were têkbirin.”