KOBANÊ – Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê her roj bi çalakiyên cuda çalakiyên xwe didomîne. Bi destpêkirina pêngava “Azadî ji Rêber Apo re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re” ji bo danasîna fikir û felsefeya Rêber Apo ji aliyê ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve standên pirtûkan ên ku ji parêznameyên Rêber Apo pêk tên, tên vekirin.
Îro jî bi heman armancê ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê ve standa pirtûkan hat vekirin. Standa hat vekirin ji aliyê civaka herêmê û bi taybet xwendekaran ve rastî eleqeyeke mezin hat.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Slava Nehsan der barê xebatên ku hatine destpêkirin de axivî û diyar kir ku ew bi van xebatan dixwazin ciwanên ku fikir û felsefeya Rêber Apo negihiştiye wan neminin. Nehsan got, “Berî her tiştî em dikarin bi şoreşa zîhniyetî ve bersivê bidin şerê taybet û psîkolojîk ku li dijî me tê meşandin. Ev yek bi têgihiştin û hundirînkirina paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk, Azadiya Jinê ya ku Rêber Apo afirandiye pêkan e. Weke Yekitiya Jinên Ciwan em dixwazin ji bo vê xebatan pêşbixinin. Divê her jinekî ciwan Rêber Apo bixwîne û di fikir û felsefeya wî de kûr bibe ku kesayetek azad ava bibe. Em ê bi kesayetên azad şoreşa zihniyetê pêk bînin. “Armanca me ev e.”