MINBIC – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet hedefgirtina navenda Meclîsa Ciwanan a Minbicê, meşek girseyî li dar xistin. Beşdarvanên meşê li derdora El-Mizan a li ser rêya Helebê kom bûn û li wir dest bi meşê kir. Meş di rêya Helebê re derbas bû û gihişt ber navenda Meclîsa Ciwanan a Minbicê. Li wir çalakî deqeyek sekinî ji bo rêzgirtina li hemberû şehîdên şoreşê. Piştre, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê, Ehmed El-Cumelî axivî.
“Ji vir, li pêşiya navenda Meclîsa Ciwanan a Minbicê, em weke ciwan û gelê bajarê Minbicê ji hemû cîhanê re dibêjin, ji her kesê ku hewl dide ewlekarî û aramiya bajarên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe re, ev lêdanên wan û hemû hedefgirtina wan wê zerarê nedin me, belkî wê îrade, hêz û sekna me ya di têkoşînê de zêde bike. Heta serketinê jî, em vê ji faşîstên Tirk û yên din ku hewl didin navendên me bikin hedef re dibêjin: ev navend ne bi tenê ye, lê tevahiya Minbicê navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger e û hemû mal navendên Tevgera Ciwanên Şoreşger in, û li bakurê rojhilatê Sûriyê derîyên hemû cih ji Tevgera Ciwanên Şoreşger re vekirî ne.”
El-Cumelî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan wê li ser esasê fikrê Rêber Apo têkoşîn û berxwedanê bidomînin. Çalakî bi dirûşmeyên şoreşgerî bi dawî bû.