KOBANÊ – Ji bo belavkirina fikrê Rêber Apo û xwedî derketina Rêber Apo bi hemleya nû ya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgerêka Kurd re çareserî”, Yekîtiya Jinên Ciwan li gundewarên Kobanê, li dibistana Hemamkê a giredayî Taşlugê standekî pirtûkan vekir. Tê de pirtûkên Rêber Apo hatin belavkirin û bi pêşwazîyek bi coş xwendekaran pirtûk hembez kirin. Her wiha, xwendekaran bi nameyên ji Rêber Apo re hezkirinê xwe diyarkirin û tecrid şermezar kirin. Tiştê ku ku herî zêde xwendekar di nameyên xwe de anîn li ser ziman ew bû ku “fikir û felsefeya Rêber Apo azadî daye me”.