KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan a Kobanê li dibistana amadeyî ya naxçeya Qene ji bo danasîna hemleya navnetewî “Ji Rêber Apo re azadî, ji pisgirêka Kurd re çareserî”, ji jinên ciwan ên xwendekar re semîneran lidarxistin. Nêzî 70 şagirtên dibistanê tevlî semîneran bûn. Di semîneran de rastiya Rêber Apo û rastiya jin hatiye niqaş kirin. Di heman deme de mijara şîdeta li ser jinê hat dest girtin, dema em nêzî 25’ê Mijdarê, roja navnetewî li dijî tundiya li ser jinê.
Hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pisgirêka Kurd re çareserî” di 10’ê Cotmehê de ji bo bersivdayîna Komployê Navnetewî yê li dijî Rêber Apo li 74 bajaran hat dest pê kirin. Piştî wê rêxistin li gelekî welatan din tevlîbûna xwe ya hemleyê ragihandin. Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger niha jî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji bo danasîna hemle semîner û civîn bi ciwan û gel li dar dixin.