MEXMÛR – Ji bo rewşa dawî ya Rêber Apo Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwan Mexmûr daxuyanî dan. Zehra Gungen ser navê Ciwan u jinên ciwanên wargeha şehîd Rustem Cudî a Mexmurê daxuyanî xwend.
Ev dibe 26 sal ku Rêber Apo di bin tecrîdêkî girankirî daye. armanca komploya nêvnetewî a bi destê dewletên hegomon qut kirina Rêber Apo ji milyonan însan û tevahî gelê kurd û mirovên bindest bû. Konsepta vê komplo jî tecrîd di nava tecrîdêkî girankirî de bû. Lêbelê Rêber Apo bi seknêkî berxwedêr dîsa modaxîleya dîrokê kir û heya roja me ya îro di hucreyekî takekesî di girava îmraliyê bi avayêkî fîzîkî
tê ragirtin.
Ev 33 mehîn ku ji Rêber Apo tu agahî nayê girtin, ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re careke din hate qedexekirin. Naveroka biryarê bi hinceta ‘ewlekariyê’ ji parêzeran re nehate ragihandin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 6’ê Mijdara 2023’an de ji bo karibin Rêber Apo bibînin bi daxwaza hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan. Lê belê piştî vê serlêdanê parêzer hîn bûn ku careke din hevdîtina bi parêzeran re li Rêber Apo hatiye qedexekirin.
Parêzeran xwestin ku naveroka biryara qedexeyê hîn bibin û mînaka dosyayê xwestin. Lê dadgeriyê bi hinceta ‘ewlehiyê’ ev daxwaz red kir. Parêzeran, li dijî biryar qedexeyê li dadgeha jor îtîraz kirin. Lê ev îtîraz jî hate redkirin. Di 26’ê Nîsana 2023’yan de ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re li Rêber Apo hatibû birîn. Piştî ku ev dem temam bû, parêzeran ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kiribûn. Di encama vê serlêdanê de jî derketibû holê ku di 31’ê cotmehê de heman ceza dîsa hatiye birîn.
Em weke Ciwan û jinên Ciwan yên wargeha Ş.RUSTEM CÛDÎ bi tu awayî komplo, sîstema tecrîda girankirî bi taybet cezayên disiplîn û qedexekirina hevdîtinan li ser RÊBER APO qebûl nakin. Di şexsê RÊBER APO de sûcekî mezin li beramberî mirovahiyê tê kirin. Ev yek li ber çavê tevahî dunyayê tê kirin. Lê hemû saziyên ku xwe wek saziyên parastina mafê mirovan bi nav dikin, em ji wan re dibêjin win li kur in. Em wan dawet dikin ku li hemberî vê neheqiyê derkevin. Me wek ciwan û jinên ciwan bawer kiriye ku wê tu carî rastî di tarîtiyê de nemîne.
Ji ber vê em di bêjin bi ruhê fedayiyên Rêber Apo Şehîd Erdal û Şehîd Rojhatan, ji bo bikaribin layîqî sekna bi rûmeta ya Şehîd Sara û Şehîd Rûkenan bibin heya teyîsîna tîrêjên tavê ya roja azadiya fîzîkî ya Rêber Apo emê di nava çalakiyê de bin. Weke tevegra Ciwan û jinên Ciwanên wargeha Şehîd Rustem Cûdî a mexmurê em dibêjin emê xwedî têkoşînêkî bi biryar bin heya misoger kirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi îdiaya pêk anîna sozê kû me dabû emê agirê têkoşîna xwe geş bikin.
BIJÎ SEROK APO
BÊ SEROK JIYAN NABE
CIWAN FEDAYIYÊ RÊBER APO NE